TOLÎN HESEN/ARIF SILÊMAN ANHA/ŞEHBA Zarokên Efrînê ji bo fêrî zimanê xwe bibin û ji xwendina xwe qut nebin, razî ne ku li nav kavilan û li ser ´esîran bixwînin. Li koçberiyê di nav kavilan de 723 zarokên Efrînê, tenê ji bo fêrî zimanê xwe bibin, têne dibistaneke kavilbûyî. Dibistana Ehdase; di wextê rejîmê de girtîgeha zarokan a Helebê bû û çeteyên DAIŞ`ê jî di navbera salên 2014-2015`an de ew der wek navend bi kar anîn. Jixwe, heta ku ev herêm rizgar dibe, girtîgeha Ehdasê ji gelek aliyên xwe ve di encama şer de dirûxe û gelek ziyan lê dibe. Dibistan 6’ê Hezîranê vedibe û zarokên Ehdasê 500 metroyan dimeşin û digihîjin dibistanê. Li dibistana Ehdasê şagirtên refa yekemîn heta refa 12`emîn dixwînin. Şagirtên dibistana seretayî saet 07:30’an berê xwe didin dibistana xwe. Derfet kêm in û ew zarok neçar dimînin heta saet 11:00’an di bin wan kavilan de û li ber germahiya rojê bixwînin. Pêşî Kurdî Şagirtên dibistana navîn û amadehî jî ji saet 15:00’an heta saet 17:00’an dixwînin. Li ser materyalên Rêveberiya Xweser û ji refê 4`emîn êdî şagirt li gel zimanê Kurdî fêrî zimanê Erebî, Fransî û Ingilîzî dibin. Meteryal weke pirtûk ne tenê li gel şagirtan peyde nabin, di destê hemû mamosteyan de jî nînin û hejmareke mezin ji mamosteyan meteryal li ser telefonên xwe qeyd kirine û dersê didin şagirtan. Girtîgeh bû cihê perwerdekirina azadiyê Zarokên Efrînê yên ku di encama dagirkeriya dewleta Tirk de koçberî herêma Şehba bûn, ´esîran li refên xwe yên bê derî û pencere radixînin û bi mereq li mamosteyên xwe guhdarî dikin. Bi hev re dikevin pêşbirkê, ka kî berî yê dîtir dersa xwe bi dawî bike, pênûs û lênûsa xwe têxe çentê xwe. Çenteyê hinek zarokan nîne, lê ew bê çare nemane û lênûsan yan di destê xwe de digirin, yan jî wan dixin tûrikên xwe. Refên xwe ji gemarê diparêzin û piştî dersa wan bi dawî dibe, ´esîra xwe kom dikin, refê xwe paqij dikin û berî ku berê xwe bidin malê bi gogê dilîzin. Ezmûnên dibistana seretayî bi dawî bûne yên refa 7, 8,10 û 11`emîn jî ji 1`ê mehê heta 10`ê mehê didomin û ezmûnên refa 9 û 12`emîn jî dê 11`ê mehê dest pê bikin.