Li gundê Pampa Kurda (Sîpan) ê Akbaran a Ermenistanê bi wesîleya 80 saliya mamosta û helbestvanê mezin Fêrikê Usiv merasîmek hat lidarxistin. Gelek rewşenbîr û xizmên helbestvanê mezin jî di merasîmê de amade bûn. Her wiha mala Usiv a veguherandine mûzeyê û berhemên wî têde tên pêşkeşkirin hat ziyaretkirin.
Di kombûna li dibistanê ji bo bîranîna helbestan Usiv ji aliyê xwendekar û mamostayên dibistanê helbest û stran hatin gotin. Her wiha helbesta Usiv a Pampa min hat xwendin. Der barê jiyana Usiv de axaftin hatin kirin. Di merasîmê de kêliyên hestyar hatin jiyîn.
Di merasîmê de şagirtên Fêrikê Usiv Elmasa Rustem di axaftina xwe de got, “Ez serbilind im û bextewarim ku ez şagirt, welatî û gundiyê apê Fîrîk im. Ji ber ku ez niha dersa zimanê Kurdi Didim. Ez dikarim pir bi reheti û bi ser bilindî, bêjim ev terbiya û hezkirina zimanê me, bi hewldana apê Fêrik e û ez bi kefxweşî helbestên apê Ferîk dibejim, bi zarokan didim xwendin.”
Elmasa Rustem di berdewama axaftina xwe de wiha got: „Apê Fêrik her zarokên gund, yek bi yek, Kurd û Kurdistan bi wan dida şîrînkirin. Ji ber wê  yekê ez her dem ji zarokan re dibejim, apê Fêrik tenê ne helbestvan bû, apê Fêrik, di heman demê e mamoste û apê gundê Pampa Kurda bû.” Piştre zarokan bi hev re strana ku bi helbesta Fêrikê Usiv hatiye çekirin û hemû dengbêj dibêjin, strana Kewê Gozel bi hev re wek koro gotin û mêvan ji kêfan mest kirin.

‘Ferq nedixist navbera kesî’

Nivîskar û lêkolinvan Ezîzê Cewo jî der heqê Fêrikê Usiv de axivî û got; “Kekê Fêrik hinekî ji me mezintir bû, lê mamostayê me hemûyan bû. Qet ferqî nedixist nava kesî. Ne digot ev mezin e, ev biçûk e,  zarok e, keç an jî kur e. Tu ferqî nexistiye nava gundiyan. Kesekî fedakar û kedkar bû. Ji helbestên apê Fêrik, tama welatparêziyê jê tê. Hesreta welat jê tê. Tama hevalbendî û tifaqa miletê û xweşbendî ya welat jê tê. Ji ber wê yekê, em hemû wexta ku li jiyana apê Fêrik meyze dikin, ew xîret û mêrxasiya gelê me, weke baxçeyê gul û gulbendan li ber çavên me radixîne.“

Tilsima Apê Fêrik

Paşê helbesvan Koçer Aslan ku di merasîmê de amade bû got, “Ez pê hesiyam ku 80 saliya apê Fêrik e. Min got ez jî herim di vê merasîmê da rûnim û dibe ku tilsima apê Fêrik li min bikeve û ez layiqê wî bim.”
Spîkera Radyoya Ronahî ya Gurcistanê Bêla Suturkî, jî bal kişand ser bandora helbestên Fêrikê Usiv ên li ser mirovan.
Xaylaza Bayloz ya ji Gurcistanê beşdarî merasîmê bû got, “Ez li ber destê apê Fêrik, fêrî xwendinê bûm. Ne weke mamosta weke apekî nêzî me dibû. Dema diket hundir me wer dizanîbû ku ap û bavê me ketiye hundir.”

Mala wî kirin muze

Paşê keça Fêrikê Usiv ku di merasîmê de axivî got, “Min îro 40 pirtûkê Fêrikê Usiv danîne muzeya wî. Me mala bavê min kir mûze. Em Sîpanî (Pampa Kurda) bextewarin ku îro ji gundê me, dersdarê heja û helbesvanê mezin ê bi navûdeng ji bo gelê xwe evqas xizmet kiriye û we hemûyan jî qebûl kiriye ku me vir kiriye muze.”

Piştî axaftinan girse tevî sermayê jî çû serdana gora Fêrikê Usiv û yê Heciyê Cindî.


HARÛN HEVÎ/ANF/ÊRÎVAN