Bi tenê dema jin karibe li ser esasê parastina xwe, bi zanabûn û rêxistinbûyîna xwe ya cewherî xwe ava bike, ew ê karibe trawmaya encama 74 fermanan, derman bike. Ji ber vê jî em bi pisporên civaknas ên jinan û trawmaterapîstên jin hem yên civakê û navneteweyî projeyên hevbeş dikin.
Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) bi rasthatina salvegera 5´an a Fermana 3´yê Tebaxê, bersiv da pirsên me. SMJÊ dadgehkirina DAIŞ´iyan weke mijareke sereke dibîne, doza hiqûqî ya di vê mijarê de jî di serî de li Elmanyayê bi biryardarî dimeşîne. Li gorî wê çareya herî mezin a li dijî trawmaya 74 fermanan jî xwebirêxistinkirin e. Ew li dijî projeyên valakirina Şengalê û ji bo ji nû ve avakirina Êzidxanê jî gelek projeyan dide ber xwe. Statuya Şengalê ya xweser yek ji armancên sereke yên xebata SMJÊ yên dîplomatîk e. Ji bo girîngiya birêxistinkirinê SMJÊ dibêje, “Wek jinên Êzîdî, fikra me ew e ku dermankirina trawmayê bi tenê birêxistinbûn e. Çawa xweza li ser koka xwe jîn dibe û bedew dibe, ji bo civakan û gelan jî ev lê ye.”
Di ser fermana 3´yê Tebaxê re 5 sal derbas bûn ji bo weke qirrkirin bê qebûlkirin, çi proje li pêş we hene?
Em di serî de hemû cangoriyên vê fermanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Di van 5 salên bihûrî de hem êrişên hewayî ên dewleta dagirker a Tirk û bejahî ji aliyê hêzên heremî ve daimî hatin kirin, raya giştî di serî de hêzên ku xwedîgiravî ji bo parastina mafên mirovan xwedî berpirsiyar in, bêdengiyê ferz dikin. Ev ferman di kesayeta jina Êzîdî de li dijî hemû nirxên jinê û mirovahiyê hate kirin û bi hemû aliyên xwe sucê li dijî mirovahiyê ye. Tevî ku operasyona tinekirina çeteyen DAIŞ´ê ya hêzên Qeweta Sûriya Demokratîk (QSD) Adarê fermî hate ragihandin û delîlên piştrastkirina konsepta navneteweyî ya vê fermanê, derketine holê jî, ji bo darizandina çeteyên DAIŞê û hevkarên wan di çarçovêya dadgeheke navneteweyî de bêdengiyek mezin heye.
Ji bo ku dawî li qirrkirinê jinê û civakê bê, pêwîst e fermî weke qirrkirin were qebûlkirin, Şengal bibe xwedî statuyeke xweser û çeteyên DAIŞ´ê li dadgeheke navnetewî li cihê ku sûc kirine, bi beşdariya jinan, nexasim jî jinên Êzîdî bên darizandin. Xebatên me di van 5 salên bihûrî de hem navneteweyî bi Netewên Yekbûyî re hem jî li dewletên mîna Elmanyayê di warê hiquqî de bi rê ve diçin. ji bo ku Hikûmeta Elmanyayê bi erkên xwe rabe, hemwelatiyên xwe yên DAIŞ´ê ku li Elmanyayê serbest tevdigerin û yên ku li Rojava di destên QSD´ê de ne li cihê ku lê ne, bên darizandin, me gelek hevdîtinên dîplomatîk kirin. Lê ji bo ku hevkariya dewletê di vê fermanê de deşîfre nebe, ji ber berjewendiyên xwe yê bi Tirkiyeyê re jî, bêdeng dimînin. Ji ber vê jî me wek SMJÊ doz li wezareta dadê û wezareta karên derve ya Elmanyayê vekiriye. Têkoşîna me wê heta encamstendinê di warê hiqûqî û dîplomasiyê de bidome.
Ji bo qeke qirrkirina jinê bê qebûlkirin jî hewldanêîn we hene ne wisa?
Belê, ji bo ku 3 ê Tebaxê bibe roja navneteweyî ya qirrkirina jinê bi rêxistinên jinan ên cihanî re ji bo eniyeke demokratîk were ava kirin, xebat tên meşandin. Li gorî vê projeyên jinan li Şengalê bi sazî û dezgehên mirovî û jinan ên wek Navenda Tendurustiya Jinê, baxçeyên zarokan hwd. pêk hatin. Li gorî vê, weke nimûne, îsal di Cotmehê de şandeyeke jinan a navneteweyî biçe Şengalê. Dîsa da ku siyaseta valakirina Şengalê, armanca esas a vê fermanê were hilweşandin, di warê civakî de jî projeyên perwerdekirin û birêxistinkirina jinan hatin destpêkirin. Li Elmanyayê projeya bi navê NÛJÎN bi armanca bersivdayîna fermana spî bi Navenda Civana Jinê, UTAMARA re hevbeş bi wesîleya 5´emîn salvegera fermana Şengalê ji bo 2 salan tê destpêkirin. Jinên ku di destên DAIŞ´ê de dîlgirtî man û ji aliyê dewletan ve birin dewletên rojavayî, da ku nebin amûra siyaseta qirêj ya ku di şexsê jinê de civakbûnê dide kuştin, ev projeya NÛJÎN wê têkoşîna xwe xurt bike û bi raya giştî re jî parve bike.
Di warê dîplomatîk de hûnê miracaetî kîjan mercîan bikin di vê dema li pêşiya me de?
Da ku Şengal, Êzîdxan bibe devereke ewle û karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe, divê statuyek li ser hîmê xweseriyê li gorî qanûna Iraqê were dayin. Ji ber vê jî, di vê çarçovê de bi hêzên esas ên mîna Netewên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê û Yekitiya Ewrûpayê re hevdîtinên cur bi cur, semîner/konferans çêbûn, û dê di van deman jî çêbin. Li kêleka vê jî, ji bo xwedîderketina Êzîdxanê û xebatên ji nû ve avakirinê ku bi pêşengiya jinê li hemû warên jiyanê tên kirin, bi hêza esas a jinan û gelan, projeyên pêwîst bên avakirin. Lewma jî em ê bi şandeyên jinan ên navneteweyî re di nav de nûnerên dewletan, yên sazî û dezgehên jinan, yên beşa tendurustî û huqûqî li Şengalê re xebatên xwe bidin meşandin.
Ji ber hevbendiya Elmanyayê bi Tirkiyeyê re hikûmeta Elmanyayê ti carî gavek bi pêş ve neavetiye. Ji ber wê jî me wek SMJÊ li Ewrûpayê xebatên ji bo edalet û azadiyê meşandin. Me di şexsê wezîrê karên hundir û wezîra karê dadê de doz daye vekirin. Armanca dozê ew e ku hemwelatiyên Elman yên DAIŞ´ê ên li Elmanyayê serbest dijîn û yên dîlên QSD´ê ne, werin darizandin û hesabê sûcên li dijî mirovahiyê li pêşberî jinên Êzîdî bidin. Em carcaran encamên vê dozê bi raya giştî re parve bikin.
Ji bo agahdarkirina raya giştî ya li Ewrûpayê, hestyarkirina civak û saziyan xebatên we hene gelo? Ji bo dema pêş jî projeyên we wê hebin?
Bi taybetî di beşa civakî de semîner, konferans û projeyên hevbeş ji bo eniyeke demokratîk a jinan li dijî qirrkirinên jinan, tên organîzekirin, xebatên heyî tên berfirehkirin. Projeya birêxistinkirin û perwerdekirina jinên koçber yên Êzîdî ya bi navê NÛJÎN bi vî awayî hate destpêkirin.
Ji bo kêmkirina tesîrên fermanê, li Şengalê û li Ewrûpayê çi xebatên we hene? Hûn çawa miamele bi meseleya trawmayê re dikin.
Wek jinên Êzîdî, fikra me ew e ku dermankirina trawmayê bi tenê birêxistinbûn e. Çawa xweza li ser koka xwe jîn dibe û bedew dibe, ji bo civakan û gelan jî ev lê ye. Em dizanin ku yek ji armancên fermanê jî ew bû ku Şengal bê vala kirin û bi siyaseta koçberkirinê civakê bide rizandin. Ji ber wê jî dema ku ev pêk nedihat bi taybetî bi pêşengtiya Hikûmeta Elmanyayê projeyên valakirina Şengalê bi rêbazên xasûkî hatin meşandin. Dîlgirtiyên jin ên çeteya DAIŞ ê, bi hezaran birin dewletên xerîbistanê û di encama xebatên me de em dizanin ku rewşa van jinan di warê derûniyê ber bi xwekuştinê ve diçe. Tevî ku ev tê zanîn û di encama xebatên perwerdekirin û rêxistinkirina jinên koçber yên Êzîdî de hate piştrastkirin ku bi tenê ji nû ve avakirina Şengalê wê trawmaya kolektîf ya civakê derman bike, hîna beriya mehekê hikûmeta Elmanyayê bi xwedîgiravî ferdên Êzîdî re li Dihokê hezar jinên nû amade kirine û wan dibe Elmanyayê. Ji bo pûçkirina vê siyaseta qirêj, xebatên alternatîf em dimeşînin.
Bi tenê dema jin karibe li ser esasê parastina xwe, bi zanabûn û rêxistinbûyîna xwe ya cewherî xwe ava bike, ew ê karibe trawmaya encama 74 fermanan, derman bike. Ji ber vê jî em bi pisporên civaknas ên jinan û trawmaterapîstên jin hem yên civakê û navneteweyî projeyên hevbeş dikin. Bi taybetî di beşa çand û hûner de proje hatin destpêkirin. Şanoya derbarê berxwedan û fermana li dijî jinên Êzîdî li bajarên Elmanyayê û Swîsreyê hat nîşandan, amadekarî ji bo Ingilistan û welatên Emerîkaya Latîn jî hene, bi navê ‘Jin Jiyan-Serhildan’ hatin pêşkêş kirin.
Ji bo seferberkirina piştgiriya bi Şengalê re û ji nû ve avakirina Şengalê di nava civaka Kurd û Êzîdî ya li Ewrûpa, lê her wiha li cem saziyên alîkariyê yên dewletî û nedewletî de hûn çi dikin, hûnê çi bikin?
Têkoşîna me ya azadiyê wê bi taybetî di warên dîplomasî, civakî û hûqûqî de dewam bike. Xetera li ser civaka Êzîdî li Êzîdxanê hîna xilas nebûye. Hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya dewleta dagirker a Tirk û hevkariya rayedarên PDK´ê nîşaneya vê ye. Bi ti awayî em ê li hemberî van êrişên nemerdane bêdengiyê qebûl nekin. Em wek jin xwedî wê rêgezê û pîvanê ne ku ji bo azadiyê û guhertina civakê bi her şêweyî li ber xwe bidin û têkoşîna xwe di şexsê xwe de bikin malê gerdûnê. Ji ber vê jî da ku Şengal wek Êzîdxan xwe ji nû ve ava bike û aramiya herêma Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi xwe ra bîne, em wek nûnerên civaka Êzîdî bi wesîleya salvegera fermana 3 ê Tebaxê bi hemû pêkhate û saziyên baweriyên mezopotamyayê çalakiyên mîna atolye, semîner, konferans, şano, meş û mîtîng dikin. Li ser van esasan da ku projeya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk li ser hîmên neteweya demkokratîk pêk bê, mezinkirina rêxistinê, em esas digirin. Plansaziya konferansa baweriyên mezopotamyayê, projeya NÛJÎN, projeya JIN JIYAN SERÎ HİLDE, projeya Dermankirina me Rêxistina Me ye, em ê di demên pêş de bi raya giştî re bi berfirehî parve bikin.
AYSEL AVESTA