Herî dawî di rapora Neteweyên Yekbûyî de Qirkirina Şengalê wekî “jenosîd” hatibû binavkirin, li ser vê yekê Salih Xidir wiha peyivî: “Gelek caran me got ev ferman weke deqeke reş e li ser Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû saziyên ku dibêjin em mafên gelan diparêzin. Hetanî vê meseleyê çareser nekin, ev deq wê her hebe. Çareserî jî bi naskirina jenosîdê destpê dike. Heta niha ji aliyê gelek kesên navdar û parlementerên gelek welatan ve weke jenosîd hatiye qebûlkirin. Herî dawî di rapora Neteweyên Yekbûyî de weke jenosîdê cih girt. Gelek hêz hate nîşandan bûne sebebê wê jenosîdê. Di wê civîna roja 1 Hezîranê li Urdunê veşartî habû çêkirin, Mûsil û Şengal hate firotin. Gelek kesan di vê hevgirtinê de ji xwe re par girtin. Hinek ji aliyê siyasî, hin ji aliyê leşkerî, hin jî ji aliyê aboriyê ve hesab li ser Şengalê kirin. Ji ber vê ji em dibêjin yên destê wan di firotina Êzidiyan de heye hemû gunehkar in.”


Jixwe ferman li ser me berdewam e 

Her wiha Xidir wiha bersiv da gotina Sekreterê Gişti yê Neteweyên Yekbûyî: “Di 2. salvegera fermanê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Boon Kî Mon daxuyanek da û got, jenosîda bi serê civaka Êzîdî hatiye bi plan e û hîn jî didome. Ji xwe em jî her tim vê dibêjin, fermana li ser me berdewam e. Ji ber ku niha jiî bi sed hezaran mirovên ji civaka me li Başûrê Kurdistanê ne û jiyana wan di xeteriyê de ne.”

Xidir wiha dewam kir, “Ji ber ku ew hêzên DAIŞ’ê li cihê dişikên xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih dike û kengî êrîşê bibe ser wan kampên me bike em nizanin. Ji ber vê jî em dibêjin ew kampên mirovên me lê ne, di rewşeke xetere de ne. Ew mirovên ku beriya fermanê vir diparastin, wir jî heman hêz dîsa diparêzin.” 


Binavkirin tenê ne bes e!

Xidir ji bo parastina van kesên li kampên Başûr bang li Neteweyên Yekbûyî kir û wiha peyivî: “Bi rastî jî îro sibê çi bibe em nizanin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û yên ji xwe re dibêjin, ez mirovahiyê diparêzin dikin, nehêlin tiştek bi serê Êzîdiyên li Şengalê were. Eger Ban Kî Moon jî xeteriyekî wisa nedîta nedigot ferman berdewam e. Ev hişyariyeke mezin e û pêwîste hemû hêzên hevpeymanî vê rastiye bibînîn û li gorî we tevbigerin. Em jî weke Êzîdiyên Şengalê daxwaz dikin, kesên tiliya xwe di jenosîdê de heye werin dadgehkirin û jê hesab were pirsîn.”


Kî dibe bila bibe divê hesabê bide

Xidir destnîşan kir yên destê wan di fermanê de heye, dixwazî Kurd be, Ereb be, Tirkmen be yan jî berpirsên berê yê Şengalê dibe, kî dibe bila bibe, ji çi olî  yan ji çi neteweyê dibe bila bibe, wê bi xiyanetekî mezin werin dadgehkirin. 



DELÎLA DÎLAN/ RIZGAR DENÎZ/ANF/ŞENGAL