NESRÎN ŞENGALÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Pîrê Arî wekî temsîla Tawisê Melek tê zanîn ku di Êzdayetiyê de serokê melayîketan e. Lewma Cejna Pîrê Arî (Batizmî) ji bo 7 melayîketên xwedê, 7 rojan dewam dike. “Roja Paqijiyê (Cilşo)” ye. Roja Duşem, Sêşem û Çarşemê jî rojî tê girtin. Lê roja dawiyê rojî heta nîvrojê ye. Piştî nîvro jî pîrozbahiya cejnê dest pê dike.
Piştî Roja Şevberatê (şeva ku tu kes ranazê) nanekî taybet ê bi navê “Sewik” bi hevîrtirşê ji mala Pîrê Çêlkan, tê çêkirin. Li ser Sewikan 12 nexşên temsîla 12 mehên salê, tên çêkirin.
Cejnek ji Çêlka û Pîran re
Pîr Seydo yek ji pîrên Pîrê Alî ye, ew li ser cejnê dibêje, “Tenê eşîrên Çêlka û Pîran vê cejna pîroz dikin. Ev cejna Batizmiyê 7 rojan dewam dike. Di roja yekê de her kes ji bo paqijiyê kar dike, roja duyê û sêyê em rojî digirin, roja Çarşemê jî divê mezinê malê rojî bigire û heman roj dibe roja qurbankirina pez. Roja Pêncşemê jî bi fermî dibe roja cejnê û her kes dikare bê û bi hevre cejnê pîroz bike.
Di şeva Pêncşemiyê ango êvara Înê, Şevberat e. Kî bixwazê dikare wê Şevberatê bigire. Roja Înê û Şemiyê jî cejn e, gel dikare ji bo pîrozkirina cejnê bigere, Batizmî roja Yekşemê bi dawî dibe.”
Cejna tifaqê
Pîr axaftinên xwe birin ser fermanan û got, ew li ber cejnê ne asteng iin: “Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de jî me dît, gelek zorî û zehmetî hebûn û derfetên me jî pir kêm bûn, lê me dîsa jî dev ji rêûresmên xwe berneda. Ji ber ku cejneke ji vê mezintir nîne. Bi hezaran sal e ku ev cejn tê gerandin û em ê her tim van merasimên xwe yên pîroz bidomînin.”
Pîr Seydo axaftina xwe bi van peyvan bi dawî kir: “Em bi hatina merasîmên xwe yên pîroz, cejn û rojên xwe yên girîng gelekî kêfxweş in. Em vê cejna Batizmiyê li gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe wesileya tifaqa gelê me.”