Ji bo yek Fermandarên HPG’ê Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) û Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî, Zekî Şengalî li bajarên Swêdê Uppsala û Helsingborgê û bajarê Elmanyayê Dresdenê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

UPPSALA: Di bîranîn bîranînê de siyasetmedarê Kurd Hasan Înce li ser Şengalî û Atakan axivî.

Înce destnîşan kir ku Şengalî di dema xebatên Yekîtiya Karkerên Kurdistan de û Mahîr jî li Qendîlê naskiriye. Înce got, “Di têkoşîna Kurdistanê de nirxê her hevalekî heye. Li Kurdistanê baweriyên cuda cuda hene. Civaka Êzîdî bi saya hevrê Zekî em nas kirin.”

Ji partiya Lîberal Cebbar Emîn, ji Partiya Keskan Emîn Moskan û Parlemetera Partiya Çep Jeannette Escnîlla bomberdûman û qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî li vir axivî û bal kişand ser destkefî û keda şehîdan a li Kurdistan û Tirkiyeyê û got: “Hemû hevrêyên me ji bo welat û gelê xwe fedayî û ji bo şehîd bûnê amade ne. Heta gelê me û gelên Rojhilata Navîn azad bibin wê têkoşîna me bidome. Dewleta Tirk ji şoreşa Rojava tirsiya, ji bo wê bi awayekî hovane tişta ji destan tê, dike. Ji ber vê Tirkiye di warê aborî de li ber têkçûnê ye û bê çare ye.”

HELSINGBORG: Zekî Şengalî û Atakan Mahîr, û endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Dîlek Adsan ku ji ber ku xwîn çû ser mejiyê wê, jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swêdê Helsingborgê hatin bîranîn. Civîna bibîranînê li komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Helsingborgê pêk hat.

Destpêkê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Şengalî û Mahîr hate nîşandan. Piştre jî Sevîm Karataş li ser şehîdan axivî.

Karataş diyar kir ku bi saya fedakariya şehîdan gelê Kurd di serî de li Rojavayê Kurdistanê, li gelemperiya Kurdistanê bûye xwedî destketî. Karataş bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi biryardariya şehîdan têkoşînê xurt bikin.

DRESDEN: Li bajarê Elmanyayê Dresdenê jî Şengalî û Mahîr hatin bibîranîn. Xelkê gelek elaqe nîşan da peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik. Di axaftinên piştre de qala girîngiya têkoşînê hat kirin û peyama “Ji bo bibin layîqî şehîdan, têkoşînê xurt bikin” hat dayîn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN