Meclîsa Hêzên Zêrevanên Xabûr a Asûrî ku di bin Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî de tevdigere nasnameya fermandarê xwe bi daxuyaniyke ku li ser malpera xwe ya fermî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Zêrevanên Xabûrê Basil Taliya (Akad) dema ku beşdarî şerên ku li herêma Şedadê qewimîn bû, ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dema Taliya hewl dida ku mayîneke ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bicih kiribûn veke bi wî ve teqiyaye.
Di dawiya daxuyaniyê sozê şopandina rêya têkoşer Basil Taliya hat dayîn.
108 çete hat kuştin
Her wiha Yekîneyên Parastina Gel pêr bi daxuyaniyek ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê 3 rojan li ser hev êrîşî herêma Şedadê kirine. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku hêzên wan bersiva van êrîşan dane û di encamê de 108 çete hatin kuştin.
Nasnameyê Fermandar
Nav: Basil Taliya
Nasnav: Akad
Navê Bav: Dawûd
Navê Dayikê: LoLo
Cihê jidayikbûnê:
Gundê Til Şamîran-Til Temir
Cih û Dîroka tevlîbûnê:
2013-Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê:
27.8.2016- Şedadê
ANHA/TIL TEMIR