Ebdulsetar El-Çadir  di sala 1985ꞌan de li bajarê Cerablusê ji dayik bûye. Navê dayikê Yisra, bav Ehmed El-Çadir e. Ew ji niştecihên taxa El-Sefa bûn. El-Çadir  li dibistana Ehmed El-Delal a seretayî xwendiye, piştre li dibistana Ehmed Selîm Mele a navîn xwendina domand. Lê ji ber rewşa malbata xwe, dest ji xwendina xwe berda.

Malbata Ebdulsetar El-Çadir wekî her malbateke Cerablusê, jiyaneke hêsan jiyan dikirin. Piştî ku Ebdulsetar dest ji dibistanê berda, çi derfetên kar jê re dihat dikir û alîkariya malbata xwe dikir heta gihişte temenê 22 salan. Ebdulsetar bi hevjîna xwe xilûd Qeys Elî re zewicî, 2 keç û 2 kurê wan çêbûn. Ebdulsetar navenda înternetê vekir û malbata xwe xwedî kir.

Lê dema ku çeteyên DAIŞꞌê bajar dagir kirin, ew neçar man ji bajarê xwe koç bikin.


Li dijî rêjîmê serî hilda

Dema ku şoreşa Sûriyeyê li bajarê Derayê dest pê kir û salek di ser re derbas bû û derbasî bajarên din ê Sûriyeyê bû û gihişt bajarê Cerablusê, Ebdulsetar El-Çadir li hember zulma  rêjîma Baas serî hilda, tabûrên kombûna Firat Cerbalus ava kir û li dijî rêjîmê şer kir, heta ku bajarê  cerbalusê û bejahiya wê ji rêjîmê paqij kirin.

Ebdulsetar El-Çadir Fermandariya tabûrên  Ehrar Cerablusê, Şoreşgerên Cerablusê û Siqûr Cerablusê kir. Di nav tabûran de hemû pêkhateyên bajarê Cerbalusê cih digirtin.


Şerê rêjîmê, El-Nusra û DAIŞꞌê kir

Ebdulsetar El-Çadir ne tenê şerê rêjîmê kir, lê dît ku erka wî ye parastina hemû gelê xwe yê Sûriyeyê bike. Di vê çarçoveyê de, Ebdulsetar beşdarî gelek şerên ku yekîtî û hevgirtina di navbera gelê Sûriyeyê de li herêmên cudê yên bakurê Sûriyeyê hedef digirtin, bû.

Ebdulsetar El-Çadir li gel tabûrên ku fermandariya wan dikir, li bajarê Helebê şerê rêjîmê kir. Her wiha li bejahiya Helebê, herêmên Girê Sipî, Hesekê, Hol û Şeddadê li dijî Cebhet El-Nusra şer kir.


Beşdarî berxwedana Kobanê bû

Bi destpêka êrîşên li ser Kantona Kobanê, Ebdulsetar ji bajêr derneket û gav bi gav piştgiriya şervanên YPG/YPJꞌê dikir. Dema ku şer derbasî nava bajêr bû, li gel tabûrên ku fermandariya wan dikir, 5 mehan li Kobanê li ber xwe da.

Piştî ku bajarê Kobanê di 26ꞌê çileya 2015ꞌan de hat rizgarkirin, Ebdulsetar li gel tabûrên xwe, beşdarî  şerê rizgarkirina gundewarên Kobanê bû. Her wiha beşdarî Operesyona Şehîd Gelhat a rizgarkirina bajarê Girê Sipî û bejahiya wê bû.

Ebdulsetar li gel tabûrên xwe asta berxwedanê li bajarokên Sirîn, Hol û Şeddadê û bendava Tişrînê bilind kir û hêviyên wî yên gihişta bajarê xwe zêde bûn.

Hêviyên Fermandar Ebdulsetar yên dîtina malbat û bajarê xwe, roj bi roj mezintir dibûn. Bi ragihandina avakirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û serkeftinên ku Melcîsê bi dest dixistin, hêviyên Ebdulsetar ber bi pêkanînê ve diçûn, ji ber ku tunekirina çeteyên DAIŞꞌê li bajarê Minbicê, hêza çeteyan li Cerablusê jî lawaz dike.


Çeteyên Tirk ew şehîd xistin

Piştî ku bajarê Minbicê û bejahiya wê hatin rizgarkirin, Ebdulsetar û ciwanên bajarê Cerablusê amadekariyên Operesyona rizgarkirina Cerablusê dikirin. lê beriya ku Fermandar Ebdulsetar hêviya xwe pêk bîne û bajarê xwe rizgar bike, dewleta Tirk (alîgira çeteyên DAIŞꞌê) di 22ꞌê tebaxê de, ew şehîd xistin. 


ANHA/KOBANÊ