Fermandarê HPG’ê Cuneyt Alparslan (Gelî) di sala 1991’an li navçeya Qelqeliya Wanê ji dayîk bû. Lehengê kurd Alparslan, li hemberî êrîşên li ser gelê kurd di 5’ê gulana 2008’an de li Qelqeliyê tevli nava refên PKK’ê bû. Alparsalan, di 27’ê adarê de li bajarê Dêrika Kantona Cizîrê ya Rojava di pevçûna bi çeteyên DAÎŞ’ê de heta guleya xwe ya dawî şer kir û şehîd ket. Hevalên Fermandar Alparslan, wî bi sekna wî ya şoreşger bibîr tînin û wî bi gotina “Şehîd, heval Gelî, bi ruha xwe ya şoreşger yekbûna çar perçeyê Kurdistanê parastiyê. Û wekî ku birîndar bû jî zor daye dijminan. Heval Gelî bûye sembolê berxwedana Rojava” vedibêjin. Alparsalan ê her tim rû biken, rojekî xevnekî xwe bi hevalên xwe re parve dike û dibêje, “Di xevna xwe de, min didît; ez li binê wesayîtekê de bûm û çeteyan wesayît diajotin ser min û ez dikuştim. Lê ez li hemberî çetayan bê parastin nayêm kuştin”. Alparsalan wekî di xevna xwe de heta guleya xwe ya dawî şer kir û wisa şehîd ket.

Malbata Alparslan ku li Qelqeliyê dijî, jiyana xwî vegot. Bavê Alparslan, Alî Alparslan got ku kurê wî di nava jiyanê de gelek jîr bû û her tim bi çalakî tevdigeriya. Alparslan wiha axivî: “Her tim bi rêzdarî nêzî mezinên xwe dibû. Gelek hez çîrokan dikir. Dixwest di nava alema çîrokan de bijî. Dema çûna wî jî, ji me gotibû, ‘Ez ê biçim alema çîrokan’ lê me fêm nekir. Carekê ez çûm serdana wî. Bi rûyê xwe yê bi ken ez pêşwazî kirim. Ez bi şehadeta kurê xwe serfirazim, serbilindim.” 

DÎHA/WAN