Akademiya Şehîd Loras a fermandarên QSD`ê dewreya xwe ya dehemîn ku ji 53 şervanan pêk dihat ya bi navê Dewreya Şehîd Seyah Til Aran bi dawî kir.
Akademiya Şehîd Lorans doh dewreya xwe ya dehemîn ku li gorî malpera fermî ya QSD`ê ji 53 şervanan pêk dihat, bi merasîmekê bi dawî kir. Merasîma derçûna şervanan bi beşdariya fermandarên QSD`ê hate lidarxistin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê merasimeke eskerî ji aliyê şervanên dewreyê ve hate lidarxistin.
Fermandarê QSD`ê Kanî Ahmed di merasîmê de axivî û got, “Bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz dikim, her wiha hatina Newrozê li wan pîroz dikim.”
Kanî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku şervanan bi vîn û rûmeteke mezin di dema perwerdeyê dida. Kanî Ehmed destnîşan kir ku divê şervan li gorî pîvanên exlaqî tev bigerin.
Dewreyê 2 mehan dewam kir û tê de şervanan dersên siyasî, bîrdozî, eskerî û şêweyên rêvebirinê wergirtin. Merasîm bi sonda eskerî û radestkirina nasnameyên eskerî bi dawî bû.
ANHA / EYN ÎSA