Mehmûd El-Gileyd yek ji fermandarên QSD’ê ye û bi navê Yasir Xanika tê naskirin. Ew fermandarê tabûra Şehîd Umer a gundê Sifeya Kewkeb a li başûrê Hesekê ku ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Ew li gel 4 zarokên xwe beşdarî nava QSD’ê bû û niha di operasyona rizgarkirina başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê de cih digre. Mehmûd El-Gileyd diyar (Yasir Xanika) diyar kir ku 7 zarokên wî yê xort hene û 4 ji wan ku navên Kessar, Şibîb, Kehlan û Uhde niha di nava operasyonê de ne.

Xanika da zanîn ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re û piştî avabûna Hêzên YPG’ê ew beşdarî nava refên YPG’ê bûye û niha li gel 4 zarokên xwe li dijî çeteyan şer dike û got: “Ez bi tevlêbûna zarokên xwe û şerê ku li hember çetyan dikin, serbilindim.” Xanika destnîşan kir ku zêdetirî 25 endamên ji malbata wan cihê xwe di nava YPG’ê de digrin. 


 ANHA/HESEKÊ