
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku duh êvarê (03.04.2013) li Taxa Şêxmeqsud a Helebê di navbera YPG’ê û hêzên rêjîma Sûriyeyê de pevçûn derketine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîma Baasê ji 29’ê Adarê ve bi topan êrîşî taxa Şêxmeqsud dikin, di encama topbaranê de jî bi hezaran kesan ji taxê koç kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin li hemberî van êrîşan YPG’ê ku parastina taxên Kurdan girtiya li ser xwe jî, çalakiyên bersivdayînê lidar xistine.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin hêzên rêjîma Sûriyeyê çend caran êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê ya li ber Mexseleya Elcezîrê kirin û pevçûn derketine. Hate diyarkirin ku di encama berxwedana şervanên YPG’ê de 15 leşker hatine kuştin û hêzên rêjîmê neçar man ku paşde vekişin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê piştî vê têkçûnê duh êvarê jî bi top û tangan êrîşî herêma Elcezîrê kirine û di encamê de Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zekeriya Xelîl (Zerdeşt) jiyana xwe jidest da. Her wiha Şervanê YPG’ Şervan Reşkîlo (Rênas) yê di pevçûnên duh de birîndar bibû îro jiyan xwe jidest da.
Zekeriya Xelîl di sala 1977’an de li gundê Meeratê yê Efrînê, Şervanê YPG’ê Şervan Reşkîlo (Rênas) li gundê Derwîşa ya Efrînê jidayik bûye.
Bi merasîmek biheybet hate oxirkirin
Cenazeyê Endamê Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Zekeriya Xelîl ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekî heybet li Goristana Şehît Refîq a li gundê Metîna hate definkirin.
Merasîm li ber Nexweşxaneya Afrînê despê kir. Piştî merasîma li vir şervanên YPG’ê tabûta Zekeriya Xelîl girtin ser milên xwe û bi beşdarbûna gelê Efrînê li nava kolanên bajêr meşek lidar xist. Piştî meşa ku heta ber peykerê Kawayê Hesinkar dom kir, li vir merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Fermandarê YPG’ê yê Efrînê Selah Eldîn axaftinek kir û diyar kir ku ew ê li ser şopa Zerdeşt têkoşîna xwe bidomînin û sozda ku YPG wê heta dawiyê parastina gelê Kurd bike. Piştî merasîmê cenazeyê Zerdeşt bi karwanekî wesayitan ber bi goristana Şehîd Rrefîq a li gundê Metîna ya li Navçeya Şerra ya Efrînê ve hate oxirkirin. Pişti ku karwan gihîşt goristanê cenaze li vir hate definkirin. Di dema merasîmê de hemû esnafan dikanên xwe girtin û tu kes neçû ser kar.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zekeriya Xelîl piştî pevçûna di navbera YPG’ê û hêzên rejîmê de di encama topbarana li hemberî Şêxmeqsud de birîndar bibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
ANHA-HELEB/EFRÎN