
Berpirsyara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a Helebê Şaha Elî Evdo (Nûjîn Dêrik) ku di 26’ê cotmehê de ji aliyê koma çete ve dîl hatibû girtin, hate înfazkirin. Derbarê mijara ku agahiyên berfireh nehatin bidestxistin de, rayedarên YPG’ê da raya giştî.
Şaha Elî Evdo, di 1’ê Hezîrana 19970’yan de li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Evdo di sala 1994’an de tevlî refên têkoşîna azadiya gelê Kurd bibû.
YPG: Em ê hesaba vê pir giran bipirsin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniyek der barê înfazkirina berpirsa herêma Helebê Şaha Elî Evdo (Nûjîn Dêrik) ya YPG’ê de daxuyaniyek da û diyar kir ku “bi awayeke hovane hatiye qetilkirin.” YPG’ê da zanîn ku ew dê hesabê vê yekê bipirsin û got; “Em di serî de komên xayîn ên Kurd ku xwe bi navê Selahaddîn bi nav dikin berpirsyar dibînin û em soz didin ku emê hesaba vê pir giran bipirsin.”
YPG’ê der barê qewimîna bûyerê de ev agahî da:“Di 26’ê cotmehê de komek çete ku ji xayînên Kurdan pêk tê êrîşî herêma Kurdan Taxa Eşrefiye ya Helebê kir. Di vê êrîşa li ser xwepêşandanên sivîl çêbûn de, gelek welatiyên Kurd hatin qetilkirin û birîndarkirin. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ketin dewreyê û êrîşî komên çete kirin. Di encamê de gelek êrîşkar hatin kuştin û birîndarkirin. Koma çekdar hemû kuştî û birîndarên xwe hiştin û neçar ma bireve. Di dema pevçûnê de kesên navbeynkar ketin dewreyê û bi şertê ku êrîşkar nêzî herêmên Kurdan nebin kuştî û birîndarên xwe xwestin. Jixwe armanca me jî ew bû ku kesek êrîşî herêmên Kurdan neke. Tu helwestek me ya li hemberî qadên tu kesî nîn e. Me jî dixwest kes nêzî herêmên me nebe, loma em bi erênî nêzî teslîmkirina kuştî û birîndarên koma çete bûn. Li ser vê yekê komek hevalên me bi pêşengiya fermandara bajarê Helebê heval Nûjîn Dêrik ji bo ku kuştî birîndar teslîm bikirin, çûn cihê ku hatibû diyarkirin. Lê belê koma çete, li hemberî van hevalan kemîn danîbûn. Piştî ku kuştî û birîndarên xwe girtin, bombeya destan di avêjin nava hevalên me. Li ser vê yekê dîsa pevçûn çêdibe û di encamê de hevala me Nûjîn Dêrik bi awayekî birîndar tê revandin. Rojek piştî vê bûyerê em bi hevala xwe re bi riya telefonê pêwendî danî. Me dizanî di destê wan de ye û birîndar e. Lê piştre êdî tu têkiliya çênebû. Ji bilî tehdîtên koma çete yên wekî “Emê bikujin” me tu agahî negirtin.”
Bi awayekî hovane qetil kirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê da zanîn ku ji bo ji bo bidawîkirina van aloziyên di navbera wan û komên çekdar, 1’ê mijdarê hevdîtinek di navbera ruspîyên Efrînê û Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Hur a Helebê li bajaroka Ezezê ya girêdayî Helebê hevdîtinek hate kirin û got; “Di vê hevdîtinê de em hîn bûn ku hevala me Nûjîn bi şêweyekî pir hovane hatiye qetilkirin. Van komên çete bi riya vê meclîsê diyar kirine ku dê cenazeyê hevala me bidin. Em hewl didin ku cenaze bigirin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em wekî YPG’ê li hemberî bûyera kuştina bi hovane ya hevala me Nûjîn Dêrîk gelek bi hêrs û nefret in. Hevala me tenê erkên xwe bicîh dianîn û ji bo parastina gelê xwe çi diket ser milê ew bicîh di anî. Bi vî şêwazî qetilkirina dîlekê ne di exlaqê mirovatiyê de ne jî di exlaqê tu zindiyên li ser ruyên erdê de nîn e. Jixwe ti qanûnên şeran de jî tiştekî wiha tuneye û hatiye qedexekirin.”
Berpirs diyar in
Fermandarıya Yekîneyên Parastina Gel bal kişand ser bêdengiya raya giştî û kolana Kurdan û got; “Li hemberî vê bûyera bi hovane, bêdengiya raya giştî û bi taybetî bêdengiya kolana Kurdî, rastiya mirovatiyê ya mirovan bi xwe tune dike. Di qetilkirina hevala me Nûjîn de mirovatî çiqas hatiye tunekirin, tê dîtin. Nexasim ger ku ev dîl jinek be, li hemberî pêkanînek wiha hovane tu wateya gotinê namîne. Li hemberî vê kirinê, em di serî de komên xayîn ên Kurd ku xwe bi navê Selahaddîn bi nav dikin berpirsyar dibînin û em soz didin ku emê hesaba vê pir giran bipirsin. Bila herkes vê baş zanibe ku êrîşên li ser gelê me çêdibin û kuştina bi hovane ya hevala me Nûjîn, dê bêhesap nemîne."
16 sal têkoşîn meşand
YPG’ê der barê Nûjîn Dêrik de jî got; “Hevala me Şehîd Nûjîn keseke têkoşer û fedakar bû. Di nava têkoşîna azadiyê de 16 sal têkoşînek bêhempa meşand û tu car ji fedakara û lehengiyê paşve gav ne avêtin. Piştî raperîna gelên Sûriyeyê, ji bo bo ku erkên parasitan gelê Kurd bigire ser milê xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Ji destpêkê heta niha xebat û têkoşînek gelek erênî û serkeftî da meşandin. Di damezirandina YPG’ê de jî ,wekî hevalek fermandar peywîr girt û berpirsyariya Eyaleta Helebê girt ser milê xwe. Felsefeya Hevala Nûjîn felsefeya jiyandinê û serkeftinê bû. Em wekî YPG’ê soz didin ku di şexsê Şehîd Xebat û Şehîd Nûjîn de hêzên xwe yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê hîn mezintir û pêşdetir bixin.”
YPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “Em aşkera dikin ku ji bo YPG’ê hevala Nûjîn dê wekî rêberek nemir bê jiyandin. Li ser vê yekê em bang li hemû gelê Kurd dikin da ku neyê lîstokan û li şervana xwe ya têkoşer Şehîd Nûjîn û hemû şervanên YPG’ê xwedî derkevin. Mezinbûn û hebûna YPG’ê parastin û temînata gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistan e.”
Bi Artêşa Hur re hevdîtin pêk hatin
YPG’ê da zanîn ku Artêşa Hur neçar ma ku banga hevdîtinê bike û got; “Yekîneyên me soz dane ku gelê Kurd li her derê bi her şêwayî biparêzin. YPG’ê ev yek bi heman beriya niha li hemberî rejîma Baasê bi laîyîqî pêkanî û nîşan da. YPG îro jî li hemberî kes û komên çete dîsa bi hemû hêza xwe erka xwe ya parastina dîrokî ya gelê xwe bicîh tîne. Yekîneyên me destpêkê di êrîşa li ser Eşrefiyê de ev yek îspat kirin û di şerê Eşrefiyê de endamek ji yekîneyên me Şehîd Arif bi lehengî şehîd ket. Dîsa di vî şerî de Nûjîn Dêrîk dîl hate girtin û bi hovane hate şehîdkirin. Li ser rihê berxwedanî ya Şehîd Arif û Şehîd Nûjîn êrîşên li dijî Efrînê hatine pêkanîn, yekîneyên me berxwedanek dîrokî nîşan dan û nehiştin komên êrîşker bihostek nêzî axa Efrînê nebin. Lewre komên çete neçar man ku bi riyên lihevkirinê pirsgirêkê çareser bikin. Piştî çend roj şerê li gundê Qestelê û berxwedaniya gelê Efrînê, di 1’ê mijdarê Meclîsa Artêşa Hur a bajarê Helebê neçar ma ku banga hevdîtinê bike. Ev hevdîtin ji aliyê komek ruspiyên Efrînê ve hate meşandin. Ev yek jî encama serkeftina gelê Efrînê ye.”
Banga hişyariyê
YPG’ê ev bang li gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê kir; “Banga me ji bo gelê Kurd ew e ku bi her awayî şiyar bin. Îro ev komên êrişkar dibêjin “em li hev bikin” jî, tu aliyê wan diyar nîn e. Ew kesên hevalek me ya jin bi birîndarî dîl bigire û bi hovane bi kuje, wê çi bike ne diyar e.
YPG di serî de Şehîd Nûjîn û Arif, dê li pey şopa hemû şehîdên Helebê be û heta serkeftinê têbikone. Em bang li hemû xortên Kurd jî dikin ku tevlî refên YPG’ê bibin. Em di serî de ji malbata Şehîd Nûjîn, ji hemû gelê Kurd sersaxiyê dixwazin.”
ANF/HELEB
Yekîtiya Star: Xiyanet tu caran biser nakeve
Kordînasyona Yekîtiya Star derbarê înfazkirina fermandara YPG’ê Nûjîn Dêrik ku di 26’ê cotmehê de li Helebê dema cenazeyên koma çete teslîm dikirin, ji aliyê heman komê ve dîl hatibû girtin û piştre hatibû înfazkirin de, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hinek hêzên wekî Tirkiyê bi alîkariya nokerên Kurd dixwazin destkeftiyên Kurdan bidest bixin, di vê çarçoveyê de di nava hewldanên derxistina şerê ereb û Kurdan de ne. Di berdewama daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev tişt hatin gotin: “Ev ne şerê Kurd û ereban e, ev xiyanetek ku hinek Kurd li dijî îradeya gel dikin e. Herwiha îxanetek li dijî jina Kurd e. Ev encama van lîstokan e. Berpirsyarên van pêkanînan hatin nasîn, em dizanin ka kîne. Ev ne cara yekemîn e ku gelê Kurd li hemberî xiyanetê tê, lê ev derdor tu caran biser neketine û biser nakevin. Yên li pişt perdeyê planan çêdikin jî bi ser nakevin.”
Di daxuyaniyê de bêdengiya hinek partiyên Kurd a li dijî van êrîşan jî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Bêdengiya li hemberî şerê îxanetê, nîşan didin ku ev alî jî dibin şirîkên van êrîşan.”
Di dawiya daxuyaniyê de banga yekîtiyê li gelê Kurd hate kirin û ji hemû partiyên Kurd jî hate xwestin ku bi yek bin û gelê xwe biparêzin. Her wiha ji Artêşa Hur jî hate xwestin ku derbarê van komên xwe girêdayî wan nîşan didin helwesta xwe nîşan bide. n QAMIŞLO