
Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Karaz a Amedê de serdarek û çawîşekî pispor hatin kuştin. Navenda Ragaihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û got, gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de li navçeya Karaz a Amedê çalakiyek li dar xistiye. Gerîlayan yekîneyeke taybet ya ji bo operasyona artêşa Tirk a dagirker xebatên sîxûriyê dikir 26’ê Îlonê bû armanca çalakiyeke gerîlayan. Di navbera gundê Banê û Rasûlaynê yê ser bi Karazê dedi kemîna gerîlayan serdar ê fermandarê jandermeyan li navçeya Karazê û çawîşekî pispor hatin kuştin, astsûbeyek jî hat birîndarkirin.
Operasyona dagirkirina Başûr şikest
HPG´ê da zanîn ku Artêşa Tirk 27’ê Îlonê li Girê Xwedê û derdora wî yê li Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonekê kiribû û cih bi cih şer qewimiye. Gerîlayan li dijî hêzên dagirker çalakî li dar xistin; li gorî daxuyaniya HPG´ê gerîlayan 28’ê Îlonê li Girê Bayrak ji nêz ve li yekîneyeke artêşa Tirk xist û di vê derbê de herî kêm eskerekî Tirk hat kuştin.
HPG´ê wekî da zanîn ku 3 gerîlayan 28’ê Îlonê li Herêma Adil Begê li dijî artêşa Tirk li ber xwe daye û di encamê de şehîd bûne.
Li Dêrsimê şer qewimî
HPG’da zanîn ku 27’ê Îlonê gerlîla li devera Şehîd Zîlan a girêdayî Dersimê rastî hêzên artêşa Tirk hatine û li vir şer qewimiye. Di şer de gerîla bi silametî vegeriyane baregehên xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN