Li Kurdistanê gelek bajar û navçe ji meha Tebaxê ya sala 2015’an heta niha ve ku ev demeke dirêje ji ber biryara gelê Kurd a xwerêvebirinê di bin dorpêça çeteyên AKP’ê de ne. Çeteyên ku navçeyên wekî Cizîr, Silopî, Sûr, Farqîn, Nisêbîn, Kerboran, Gever, Şemzînan û Hezexê xistine bin dorpêça xwe bi awayekî bi hovane li hemberî gel êrîş pêk tînin. Di encama van êrîşên çeteyên AKP’ê de heta niha bi sedan kesên sivîl ji aliyê çeteyên AKP’ê ve hatin qetilkirin.
Di dema dawî de êdî aktoreke nû di hêla rêkxistina parastinê de derdikeve pêş: YBS (Yekîneyîn Parastina Sîvîlan) Heta niha derbarê YBS’ê de agahiyên pir zelal derketin, wekî mînak; di parastina Xwêreveberiyan de rola wan çi ye? Têkilî û cudahiya wan bi YDG-H’ re çawa ye, ji bo mezinkirina rêkxistiniya parastinê çi hedef dane pêşiya xwe û hwd.
Yek ji van navçeyên ku YPS lê hatiye îlankirin jî Nisêbîna Merdînê ye. Li Nisêbînê roj bi roj YPS xwe xurt dike û dibe bersiva êrîşên çeteyên AKP’ê. Me jî bi armanca ronîkirina armanc û xebatên YPS’ê xwe gihand endamên YPS’ê û wan bi awayekî berfireh bi me re YPS nirxandin.
Me ji bo hevpeyvînê xwe gihand endamê YPS’ê yê bi navê Denîz Bagok. Bagok, ji ber çêkirina ahengdara barîkatan li Nisêbînê wekî Mîmar Nisêbîn jî tê nasîn. Têkildarî berxwedan û avakirina YPS’ê de Denîz Bagok pirsên me bersivandin.
Çi cudahî di navbera YDG-H û YPS’ê de hene û armanca îlankirina we ya YPS’ê çi ye?
Di destpêkê de li hemberî modernîteya kapîtalîst, bi armanca parastina civakê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê rêxistina ciwanan a bi navê YDG-H hat avakirin. Demekê dirêj ciwanan di bin sîwana YDG-H’ê de li hemberî êrîşên dewletê xwe parast. YDG-H’ê ji bo parastina cewherî bingehek avakir. Li ser bingeha ku YDG- H’ê avakirî de me bi armanca xurtkirina parastina cewherî, YPS îlan kir. Polisên dewletê yên ku li bajarên Kurdistanê, ne ji bo parastina civakê hatine erkdar kirin, berovajî vê yekê bi armanca parastina pergalê hatine û tevdigerin. Lê di esasê xwe de ne pergal divê ku civak bê parastin. Ev hêzên ku qaşo bi armanca parastinê hatin Kurdistanê, rasterast bûne hêzên êrîşên li ser gel.
Em wekî endamên YPS’ê, hêz û saziyên dewletê li Kurdistanê qebûl nakin. Hêzên dewletê her roj bi awayekî hovane êrîşî gelê Kurd dikir û siyasetmedarên Kurd binçav dikirin û digirtin. Li ser vê esasê em dikarin bêjin ku YPS bi armanca parastina civak û welatekî azad de hat avakirin. YPS bi vê erkê hat avakirin û dê civakê bi parêze jî.
Heta berxwedanên xwerêvebirinê derketin holê jî rêxistina YDG-H’ê parastineke bê çek di meşand. Gelo hûn rastî êrîşên çawa hatin ku we parastina bi çek da destpê kirin?
Li hemberî êrîşên hêzên dewletê heta demekê me xwe bi kevir û molotofan parast. Me dît ku li hemberî êrîşên dewletê yên ku bi tang û topan ne rêbazek çareseriyê ye. Di vê çarçoveyê de me jî dest bi parastina bi çekan kir. Ger ku hêzekê bi guleyan êrîşî gelekî bike, ew gel jî encax dikare bi heman rêbazê parastina xwe bike. Di gerdûnê de her zindî bi parastina cewherî hebûna xwe dimeşîne. Li hemberî tang û topên dewletê mafê me yê parastina cewherî ya bi çekan heye. Hêzên dewletê bi çekên gelekî giran êrişî gel dikin. Çekên ku em bi kar tînin jî ne çekên giran in. Em li hemberî tangê bi keleşê şer dikin û xwe di parêzin.
Gelo hûn wekî endamên YPS’ê dê rêxistinbûyina xwe tenê bi bajaran re sînor bigirin an hûn ê li deverên cuda jî xwe birêxistin bikin?
Rêxistinbûyina me tenê bi bajaran sînor nîne. Ji bo ku ev rêxistinbûyîna me ji bo tevahiya cihanê bibe mînak, dê li deverên cuda de jî bê pêşxistin. Bê guman pergala dewletê ne ji bo hebûna dewletê hatiye damezirandin. Berovajî vê yekî pergala dewletê bi armanca qirkirin û tunekirina civakê hatiye damezirandin. Em jî wekî endamên YPS’ê bi armanca rizgarkirina civakê ji vê zihniyetê, dê di rojên pêş de YPS’ê xurtir bikin û li hemû deveran îlan bikin. Gund û bajar ferq nakin pêwîstî li kû derê hebe dê YPS bê îlankirin.
Hêzên dewletê bi çi armancê êrîşî hêzeke ku ji bo parastina civakê hatiye damezirandin ango hêzên we dike?
Di esasê xwe de hêzên dewletê baş dizanin ku bi avakirina hêzên me ve pêwîstiya dewletê ji holê radibe. Di vê çarçoveyê de hêzên me dikin hedef û bi armanca tunekirina vê hêzê êrîşên hovane pêk tîne. Pergala dewletê mirovên wekî robotan diafirîne. Em jî li hemberî vê zihniyetê ne. Dewlet ji ber ku me li hemberî vê zihniyeta xwe asteng dibîne êrîşî me dike û dixwaze me qir bike. Rûreşiya dewletê di vê pêvajoyê de baş derket holê. Polîsên dewletê yên ku xwe wekî hêzên parastina civakê penase dikin, her roj li Kurdistanê kesayetên ku civakê pêk tînin qetil dikin. Kalê 70 salî jî qetil kirin û pitikên di qumatkan de jî qetil kirin.
Medyaya AKP’ê û rayedarên dewletê îdia dikin ku kesên di berxwedanê de ne gelê heremê ye û ew wekî endamên HPG’ê bi nav dikin. Hûn van îdiayayên dewletê û medyaya alîgir çawa dinirxînin?
Ev îdiayên çapemenî û rayedarên dewletê hemû jî ji rastiyê dûr in û derew in. Medyaya alîgir û rayedarên dewletê bi van spekûlasyon û derewan ve dixwazin berxwedana gelê Bakur vala derbixin. Şervanên YPG/YPJ’ê yên li Rojava jî bi van derewan ve dibînin. Lê di rastiya xwe de wek tevahiya cihanê bi çavên xwe dît ku şervanên YPG/YPJ’ê gelê Rojava ji çeteyên hovên DAIŞ’ê parastin. Jixwe tu cudahî di navbera AKP û DAIŞ’ê de tuneye. Li hemberî van êrîşên AKP’ê jî me pêwîstî bi avakirina YPS’ê dît.
Têkiliya we ya bi gel re çawa ye û gelê heremê li hemberî vê berxwedana we çawa nêz dibe?
Em hemû jî zarokên vî welat û gelî ne. Em ji aliyê gel ve baş tên pêşwazî kirin. Hêzên ku dixwazin rewabûna me ya di nav gel de bibînin, bila bên taxan û ka gel me çawa rewa dibîne ku bi çavên xwe bibînin. Li taxên ku em gelê xwe li hemberî êrîşên dewletê diparêzîn de gel bi hêzên me re kêfxweş in û heta ku xwarina me bi xwe jî gel çê dike. Dayik ji bo xwarina me dorê nadine hev.
We got em xwe li hemberî êrîşên hêzên dewletê diparêzin. Di demên pêş de ger ku dewletê hêzên xwe paşve kişandin gelo hûn dê çi bikin?
Dewlet paşve gavê biavêje yan jî neavêje jî em hebûna xwe dê bidomînin. Di demên pêş de ger ku bi dewletê re hev dîtin pêk bên û rewş bi guhere jî, divê dewlet me wekî hêzeke leşkerî qebûl bike. Em teqez polîs û leşkerên dewletê yên ku li hemberî gel êrîş pêk tînin li welatê xwe qebûl nakin. Divê di demên pêş de qereqolên ku leşker û polîs têde ne, bên vala kirin.
Herî dawî tiştekî ku hûn dixwazin bêjin heye?
Divê her kes baş bizanibe ku niha li Kurdistanê berxwedana hebûn û tunebûnê tê meşandin. Ez bang li hemû kesên ku dibêjin em mirovin û ji mirovahiyê bawer dikin, dikim ku tevli refên YPS’ê bibin
KADRÎ ESEN / MÊRDÎN