NPG’ê ji bo fermandarê taktîsyen Alî Piling ê di 14’ê Hezîrana 2019’an de li Bedlîsê şehîd bû, got, “Hevrê Alî bi hostatiya xwe ya di şer de, bi rêbaza xwe ya encamgiriyê nîşan da ku asta fermandarekî divê bi çi rengî be.”
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser Şerîf Yakût (Alî Piling) ku di 14’ê Hezîrana 2019’an de li Bedlîsê şehîd bû daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Li dijî êrişên qirker û mêtinger ên dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê dimeşîne, gel û tevgera me bi berdêlên mezin berxwedaneke topyekûn dimeşînin. Di encama têkoşîneke mezin de gelê me ji asta gelekî bênasname û kole derket û gihîşt wê radeyê ku ji aliyê gelên cîhanê hemûyan ve bê naskirin û hurmet jê re bê nîşandan. Tevgera me ya azadiyê îro li dijî şerê qirkirinê yê li ser gelê Kurd tê ferzkirin, li beşên Kurdistanê hemûyan têkoşîneke dijwar dimeşîne û ji bo gelên cîhanê yên têkoşîna azadiyê dikin bûye çavkaniyeke mezin a hêvî û rizgariyê.
Li Batmanê ji dayik bû
Têkoşîna azadiyê ku xwe bi nirxên şehîdan û gel afirandiye, êriş ji ku tê bila bê, berdêl çi dibe bila bibe wê ji armanca xwe venegere. Li pêşberî rastiya gelekî ku bi şehîdan gihîştiye rastiyê û bi şehîdan serbilind e, wê ti hêza mêtinger-faşîst nikaribe li pêşberî wê bisekine.
Her xwîna şehîdan a li bihosta xaka Kurdistanê bi têkoşînê rijiya ye, bûye afirînerê jiyana nû û vejînê. Leheng û fermandarê mezin hevrêyê me Şerîf Yakût bi nasnav Alî Piling ku ji navçeya Kercew a Êlihê ye ku yek ji kelehên berxwedanê ye, di 14’ê Hezîrana 2019’an de li Bedlîsê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bû.
Berê wî her li serketinê bû
Hevrê Alî bi ciwanî di sala 1991’ê de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û salên dûr û dirêj li gelek qadên şer bi fedakarî, dîsîplîn û berpirsyariyê wezîfeyên xwe pêk anî. Li her çar parçeyên Kurdistanê kedeke mezin a hevrê Alî heye. Ji Zagrosê heta Botanê ji Botanê heta Xerza cihê xwe di dilê gelê Kurd û hevalên xwe yên têkoşînê de girt. Ji şervaniyê heta wezîfeya xwe ya dawî ku endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê bû, wezîfe û berpirsyariyên xwe hemû bêkêmasî bi rengekî serketî bi cih anî. Ji bilî serketinê rêyeke din nedida ber xwe û wezîfeyên xwe jî bi vî rengî bi cih anî.
Taktîsyenekî xurt bû
Hevrê Alî bi nêrîna xwe ya leşkerî û feraseta xwe ya dîsîplînî, xwe gihand asta fermandarekî pêşeng ê perwerdekar û di heman demê de bi zîrekiya xwe ya di şer de bû afirînerê çalakiyên taktîkî yên derbên giran li dijmin xistin. Di pêvajoya jinûve avakirinê de bû yek ji fermandarên pêşeng. Di afirandin û pêkanîna rêbaz û taktîka nû de kedeke wî ya mezin hebû. Hevrê Alî bi pratîka xwe ya şer bû taktîsyenekî hosta, giranî da ser taktîkên şer û bi vî rengî taktîk dewlemend kir. Li xeta Zê-Zagrosê bi taktîkên xwe û pêngavên çalakiyan nûbûna stratejiya şer a demê nîşan da. Hevrê Alî ku pêşengî ji taktîka dema nû re dikir, bi hostatiya xwe ya di şer de, bi hêza xwe ya lêdanê û rêbaza xwe ya encamgirtinê bi pratîka xwe nîşan da ku asteke fermandariyê divê bi çi rengî be.
Li ser xeta Apoyî meşiya
Hevrê Alî bi nêzîkatiya xwe ya dilnizm bi hêza xwe bandor li hevrêyên xwe kir û li ser vê bingehê bû xwedî ûslûb û rêbazeke mînak a fermandariyê. Bi dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe re, bi nêzîkatiyên xwe yên rêzdar û bi pîvan şervan motîve dikir û hevrêtî her tim xurt kir. Li ser xeta Apoyî kûr bû û rastiya îdeolojîk, felsefîk û polîtîk a Rêber Apo di kesayetiya xwe de berbiçav kir û bi vî rengî bû fermandarekî şoreşger.
Bibîranînên wan ji bo me rêber in
Li ser vî bingehî, di vê demê de ku têkoşîna me li asteke dîrokî ye, wezîfeya me ye ku em têkoşîna hevrêyê xwe Alî, sekna wî ya zelal û bi pîvan ji xwe re bikin rêber, bi vî rengî wezîfeyên xwe yên demê pêk bînin, di şexsê hevrê Alî de ji bo bibin milîtanên baş ên xeta Rêbertî, bi xurtî li dora nirxan bicivin, bi biryardarî bi ser zor û zehmetiyan ve biçin û têkoşîneke şoreşger a ku astengiyan nas nake bimeşînin.
Li ser vê bingehê di serî de malbata hevrê Alî em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala şehîdan bilindtir bikin û di meşa serketinê de bi fermandariya şehîdên leheng bi biryardarî bimeşin, dilsoziya xwe ya bi wan re ispat bikin û di têkoşînê de xwedî li bîranîna wan derkevin.”
ANF/BEHDÎNAN