Şandeke ji fermandariya HPG-YJA-Star’ê ya Kerkûkê bi cil û bergên xwe yên gerîla li Silêmaniyê hatin serdana konê sersaxiyê yê ji bo Mam Celal hatiye vedan.

Şandeke ji Fermandariya Hevpar a Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA Starê ya Kerkûkê bi armanca sersaxiyê ji malbata Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî re bixwazin, çûn Silêmaniyê û serdana konê sersaxiyê kirin.

Fermandarê Kerkûkê yê HPG’ê Egîd Rojhilat, Fermandara YJA Star’ê ya Kerkûkê Nûheyla Siwêreg, gelek şervan û fermandarên HPG-YJA Starê serdana sersaxiya ji bo Mam Celal li Stadyûma Sîrwanê Niwê kir.  

Fermandarên HPG-YJA Starê ku aliyê rêveberiya YNK’ê û Malbata Mam Celal ve hatin pêşwazîkirin, piştî sersaxî xwestin derbasî cihê taziyeya jinan ku endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê û her wiha di heman demê de hevjîna Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed lê bû. 


ROJNEWS / SILÊMANÎ