Ew zimanê em jê re Elmaniya baş dibêjin û weke armanc ji bo her kesî diyar dikin, Elmaniya çîna navîn e. Heger em vê wisa dixwazin, naxwe, divê em jidil û rastgo vê bibêjin, em hemû divê bi Elmaniya çîna navîn bipeyivin.
Li Elmanyayê li dibistanan bi qederê sed zimanî tê peyivîn. Lê belê ev pirrdengiya li dibistanan niha ketiye ber tehlûkeyeke mezin, lewma minaqeşeya li ser ferza Elmanî li hewşên dibistanan her diçe xwe bi dengekî bilindtir dide der. Ev ê bê guman, bi rengekî ku ne lazim e, zarokan sînordar bike. Germanîst Heike Wiese jî wisa difikire.
Heike Wiese, beriya ku hizra xwe li ser mijarê bibêje, hêvî dike ku navê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê biguhere û bibe, Roja Zimanên Dayikê ya Dinyayê; lewma bi ya wê zimanê dayikê timî pirrhejmar in. Ji bo wê yekzimanî ne tiştekî xwezayî ye û ew dixwaze li dijî minaqeşeyên li ser ferzkirina Elmanî li hewşên dibistanan jî metnekî sereke pêşniyaz bike: “Mijar bi heraret tê minaqşekirin, ha ji ber wê me xwest em bi argumanên darîçav ên zimannasiyê xurttir bibêjin, ev ne karê aqilan e. Ev minaqeşeya ferzkirina Elmanî li hewşa dibistanan gelekî bi hestyarî tê kirin. Ji bo min muhim e ku em ji pencereya zanistî jî li meseleyê binihêrin û bibêjin, ha ev argumanên darîçav in li dijî ferzeke Elmanî li hewşên dibistanan. Ya rastî, gelek arguman û sedem hene ku dibêjin, ka ji bo çi ev ne karê aqilan e.”
Elmaniya standart û yên din
Li gorî wê minaqeşe ji binî ve şaş e, lewma, “Erê, zarokên hîna nû hatine Elmanyayê hene û hîna pêdiviya wan heye fêrî Elmanî bibin. Lê minaqeşe ne li ser wan e. Li ser wan zarokan e ku ji xwe li Elmanyayê ji dayik bûne, li Elmanyayê mezin bûne û timî Elmanî bihîstine, peyivîne û bi kar anîne. Ê baş e, vêca malbata vê zarokê tenê bi Elmanî zanibe yan jî bi zimanên din jî zanibe, em çima minaqeşeya wê dikin!”
Naxwe mesele li gorî wê çi ye; bersivê ew wisa dide: “Ya ku em li dibistanê û heta bi giştî di nava civakê de weke yekane zimanê muhim dibînin, ne Elmanî hemû ye. Em behsa şêweyekî Elmanî dikin û ew jî Elmaniya standart e. Ev jî gelekî nêzîkî zimanê çîna navîn e û ji ber wê jî zarokên vê çîna navîn weke ku baş bi Elmanî zanibin tên qebûlkirin. Zarokên ji çînên din ên civakî, yên ku belkî bi lehçeyekê dipeyivin, yan jî yên ku ji bilî Elmanî bi zimanekî din jî dizanin, pirrî caran weke ku xirab bi Elmanî dipeyivin tên qebûlkirin. Helbet ev tiştekî kelevajî û dûrî aqilan e.”
Zarokên çîna navîn biîmtiyaztir dibin
Baş e, naxwe em nikarin bibêjin, ma çî vê xirab e ku em bixwazin her kes baş bi Elmanî bila bipeyive; ji bo vî jî bersiva Heike Wiese heye, û ew dixwaze naxwe mirov hingê jidil û rastgo bin: “Ew zimanê em jê re Elmaniya baş dibêjin û weke armanc ji bo her kesî diyar dikin, Elmaniya çîna navîn e. Heger em vê wisa dixwazin, naxwe, divê em jidil û rastgo vê bibêjin, em hemû divê bi Elmaniya çîna navîn bipeyivin. Lê belê ev Elmanî ji şêweyên din ên Elmanî ne çêtir yan jî xirabtir e. Lê belê, heger em bixwazin ku her kes weke çîna navîn bipeyive, hingê zarokên çîna navîn ên ku li gelek warên din jî xwedî îmntiyaz in, di vî warî de jî wê bibin xwedî îmtiyaz. Lê ya diqewime ev e. Li Elmanyayê herçî şansên xwendinê, gelekî elaqedarî wê yekê ne ka mirov ji kîjan çîna civakî tê.”
Çima bela xwe li hewşa dibistanê didin!
Ka ew minaqeşeya li ser ferza Elmanî li beşa dibistanê çawa dinirxîne: “Ferza Elmanî li hewşa dibistanê kelevajî û dûrî aqilan e. Heger mesele bi rastî hînbûna baştir û çêtir a Elmanî be, ferza Elmanî li hewşa dibistanê bi kêra tiştekî nayê, ji ber ku zarok li wir helbet bi awayekî din dipeyivin û ne weke di dersê de. Û ya baş jî jixwe ev e. Ti kes ji me weke ku em gotarekê binivîsin, bi hevalên xwe re napeyivin.
Nuqteya din jî ev e: Ji bo çi ez bîla sedem zarokan sînordar dikim? Zarokên ku repertuwara wan firehtir e, weke yên ku ji bilî Elmanî bi Kurdî yan Ingilîzî yan jî Rûsî di nava malê de dipeyivin, ma ez çima ji wan re bibêjim, wisa bikin, weke ku hîç hûn di van zimanan de nejêhatî bin. Her tişta zêde ya ku hûn weke mîrasa çandî ji malbata xwe bi xwe re tînin, ji bîr bikin û tenê bi Elmanî bipeyivin! De ka vê carê tiştekî wisa di muzîkê de texayul bikin. Ev ê karekî bi temamî kelevajî be. Bi heman rengî tiştekî kelevajî ye ku em rabin û bibêjin, kesekî li malê bi Kurdî, Rûsî, Ingilîzî, Yewnanî bipeyive ji bo me ne axêverekî bi rastî yê Elmanî ye.”
BERLÎN