Festîfal ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Kurdistan û Rêxistina Şûî ve hat lidarxistin. Ji amadekarên festîfalê Emîr Elî di derbarê festîfalê de wiha got: “Ev festifale ji hemû çalakiyên din ên dema buhrî li Xaneqîn pêk hatin, cudatir bû.”

Elî diyar kir ku armanca wan bi vê festîfalê çand û hunera Xaneqîn a kevnar bide nasandin û gotinên xwe wiha domand: “ Me bi vêna xwest ku peyamek bidin bi aliyên peywendîdar ji bo giringî bidin bi çanda kevnar a navçeya Xaneqîn.”

Elî ragihand ku ji bo hunermend û rewşenbîr karê xwe yê hunerî hîn pêştir bixin, wê di salê pêş de jî festîvalan li dar bixin. 



ZEYNEB ERKEWAZÎ/ROJNEWS/XANEQÎN