Kurdistaniyên li Ewrûpayê xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re amade dikin. Festîval wê 8’ê Îlonê li bajarê Dinslaken ê Elmanyayê ku li NRW ye, pêk were. Bernameyeke dewlemend a festîvalê heye.

Festîval wê ji aliyê Platforma Efrînê ve bê lidarxistin. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, siyasetmedarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Aldar Xelîl, Şaredarên hin bajarên Îtalyayê, endamên Partiya Çep a Elmanyayê û endamên Partiya Keskan a Elmanyayê tevlî festîvalê bibin.

Koma Muzîkê ya TEV-ÇAND’ê, Mikaîl Aslan, Efkan Şeşen, Chopî, Hozan Diyar, Hozan Mizgîn jî wê derkevin ser dikê. Koma govendê jî wê hunerê xwe pêşkêş bike.

Ji bo ciwanan jî wê konên semîner û panelan hebin. Tevî dezgehên îmze û agahdarkirinê, wê gelek kon bên vedan. Ji bo zarokan jî wê parkeke lîstikê hebe.

 

DUSSELDORF