EHMED KERKÛKÎ / ANF / KERKÛK

Li bajarê Başûrê kurdistanê Kerkûkê Festîvala Keçîn Xwendekarên Lîseyê bi rê ve çû. Ev festîvala hanê yeka çandî û hunerî ya salane ye. Di festîvalê de ji bo pêşandan û çalakiyan beşên zanistî û endaziyarî, spor û hunerî hebûn. Wekî din kelupelî kevinn û çandî yên kurdewarî û berhemên hunerê destan jî hatin pêşandan.

Birêveberên Xwendina Kurdî ya li Kerkûkê, gelek xwendekarên dibistanê û mamoste di festîvalê de amade bûn.

Keçeke ciwan a beşdarî festîvalê bûyî jî Daniya Newzad e. Wê cilûbergên gelêrî ne, lê yên gerîla tercîh kiribûn û ew li ber xwe kiribûn. Wê got, “Her xwendekar bi şêwazê xwe beşdar bûye. Ji bo festîvalê ez gelekî malavahiya mamosteyên xwe dikim ku pirr alîkar bûn bi me re.”