Festîvala Dersimê 2 sal in tê qedexekirin. Ji bo dîsa neyê qedexekirin bi naverokeke qels tê lidarxistin. Dersimî ji vê nerazî ne, û gotin, “Ev festîval naber bersiv fikir û niyazên me.”

Li Dersimê 19’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi dirûşma “Xwedî li Dersimê, ziman, bawerî, çanda xwe derkeve, bijî û bide jiyandin” tê lidarxistin. Festîval di roja xwe ya duyem de didome. Festîval ji sala 1999’an ve tê lidarxistin û bi coşa xwe dihat nasîn. Walîtiya Dersimê du sal li ser hev festîval bi hinceta “ewlehiyê” qedexe kir. Piştî du salan, îsal destûr hat dayîn. Li gorî beşdarî û naveroka festîvalê ya salên berê lawaziya îsal a festîvalê balê dikişîne ser xwe. Şêniyên Dersimê diyar dikin ku sedemê vê kêmcoşiya festîvalê encama polîtîkayên şerê taybet a li ser Dersimê ye.

Bername ne li gorî dilê gel e

Îrfan Babayigît da zanîn ku festîval watedar û girîng e û got: “Ev festîval dixwaze ku em bêtir çanda xwe bidin nasîn. Bi sedsalane li herêma me şer didome. Di salên 90’î de gelek gundên me hatin valakirin. Niha jî gund û herêmên me di bin navê ewlehiyê de hatine qedexekirin. Di van çend salên dawî de Dersim di bin zext û şerekî giran de ye. Ez difikirim ku wê bi festîvalê Dersimî hinek kêfxweş bibin. Lê bes ji ber polîtîkayên heyî yên şer dibînim ku festîval wê nebe bersiv. Navê wê festîvala çand û xwezayê ye. Lê ji ber şer em vî ruhî nabînin. Divê ne bandora walî, divê bandora gel li ser festîvalê hebûya. Ez naveroka bernameya festîvalê li gorî daxwaza gel nabînim. Di vê yekê de parek mezin a walî jî heye. Walî çi xwestiye di festîvalê de heye.”

Bername li gorî dewletê ye

Dîlan Dîlsîz jî da zanîn ku festîvalên berê hin zêdetir bi coş û kelecan bûn û got: “Min wê kelecana berê di vê festîvalê de nedît. Ev du sal bû qedexe dikirin. Divê hin bêtir însan beşdar bibûna. Ez dêna xwe didimê beşdarî kêm e. Em di bin zextan de ne. Însan ji bo beşdar bibin bi fikar in. Îsal bername li gorî daxwaza dewletê hatiye amadekirin.”

Tevî zoriyan hemûyan jî girîng e 

Riza Bîlîr ê ji Stenbolê beşdarî festîvalê bûye jî destnîşan kir ku yek ji armanca festîvalê ew e ku li dijî çêkirina bendavane û got: “Festîvala îsal bi zoreke mezin hat amadekirin. Tevî hemû neyîniyan jî dîsa başe ku hatiye amadekirin. Em li herêma xwe şer naxwazin. Divê em vê di festîavalê de bi dengekî bilindtir bînin ziman. Tevî hemû bandora şer jî divê gel xwedî li festîvalê derkeve.”