EYLEM KAHRAMAN / LEVERKUSEN
Festîvala Zîlan a Jinan a 15´an bi şîara ‘Berxwenda Jinê Azad Dike’ çêbû û diyarî şehîdên berxwedana greva birçîbûnê ya mezin hat kirin. Festîval li bajarê Leverkusen li Stadyûma BayArena çêbû. Çalakiya pêşî ya festîvalê jî panela bi navê “Şideta li dijî jinê siyasî ye. Pêkan bû ku ew tu bûya jî” bû.
Di panela bi moderatoriya Feride Halitoglu de çalakgera TJK-E´yê Zîlan Serhed peyivî û got, TJK-E her sal bi şîarekê li dijî şideta li jinê kampanyayan dike û ew ê van kampanyayayn xurt bike û dewam bike. Paşê nûnera Jinên Ciwan ên Azad, Roj Amara gotara xwe ya bi navê “Xwebûn-Xweparastin” pêşkêş kir. Endama SKB´yê Hulya Yalçin jî di panelê de bi bi gotara xwe “Têkoşîna jinê” beşdar bû.
Berxwedanê dîwar hilweşandin
Di bernameya sehneyê de, pêşî nûnera Buroya Jinê ya Aştiyê ya Kurd (CENÎ) Yvonne Heine peyivî û înternasyonalîsta 7´ê Nîsanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûyî Sara Dorşîn (Sarah Handelmann) bi bîr anî. Heine berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven jî bi bîr xist û got, “Kesî bawer nedikir ku em ê bi ser kevin, lê bi berxwedana me hemû dîwar hilweşiyan. Şikandina tecrîdê ji bo me destketiyek e, lê belê em hîna negihiştine hedefa xwe. Wekî din li ser navê komîteya amadekar, nûnerên Yekîtiya Jinên Kurdistan-Elmanya (YJK-E) û Meclîsa Jinê ya Şehîd Nûcan jî axivîn.
Bi alên TAJÊ li meydana festîvalê
Hunermenda pêşî li ser dikê Serenat Ezgican e. Ew bi gelek zimanan stranan dibêje, û hevala li cem min rûniştî jî pesnê wê dide.
Hema li pişt min jî Jinên Êzîdî hene ku alên TAJÊ li ba dikin. Ew ji bajarê Kleve hatine. Hazine Okçe û Binevş Duşal ji xebatkarên Meclisa Jinan a Êzîdî ne. Ji bo şewitandina zeviyan li Şengal û Rojava ew dibêjin, “Ev agirên bi qest berdidin dexlan dewama qirrkirinê ne. Heta Kurdistan azad bibe, ev êriş wê dewam bikin. Ji ber wê jî divê em hêza xwe hemûyî ji bo azadkirina welatê xwe bi kar bînin.”
Piştî ku peyama Leyla Guven di ekranê de hat dayîn û girseyê bi kelecaneke mezin lê guhdarî kir, govenda gelêrî hebû di bernameyê de. Axir ji govendê bêhtir, jinên ku bi telefonên destan wêne û dîmenên govendê digirtin bala min kişandin.
Stadyûm jî hawîrdor jî tije bû
Meydana festîval lê tije bû. Ji çalakgerên TJK-E´yê Nûpel Munzur kursiyên mişt ên li meydanê nîşan dide, dibêje li derve û hawîrdora dezgehan jî mirov hene. Helbet ew ji vê rewşê gelekî razî ye jî.
Piştî şanoya Kewê jî Eylem Aktaş derket ser dikê. Strana “Bêrîtana min” gelekî tê ecibandin.
Peyama KJK´ê ji bo bipêşxistina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd li dijî dagirkeriyê û çêkirina bereya demokratîk bû da ku faşîzm li paş bê hiştin û Kurdistan bê azadkirin. Xelkê hazir bi baldarî lê hisand.
Koma dansê ya ji Filîpînan jî hunerê xwe pêşkêş kir. Deniz Deman bi xwe bi strana “Sê Jinên Azad” destpê kir. Piştî vê strana dil zîz kirin, wê bi stranên govendê jinên li meydanê û xelkê din coşand.
Ji bo zarokan Solîna Zarokan
Li devera bernameya dikê, zarok kêm bûn ji ber ku ew bi piranî li Solîna Zarokan bûn, ku bi taybet ji bo wan hatibû amadekirin. Li vir rû hatin boyaxkirin, gelek lîstikên weke, tenîs, pînpon dihatin lîstin, û zarokan xwe ji şemetokan berdida xwarê.
Axir di dawiyê de jinan civanê sala bê jî dan hev ku hev du li festîvalê dîsa bibînin.