Festîvala cihanên cuda
‘Festîvala Zehra Dogan a cihanên cuda’ ku li bajarê Morlaix ê Fransayê tê lidarxistin, di roja duyemîn de dewam dike.
Festîvalê ku pêr li bajarê Morlaix ê Fransayê dest pê kir. Festîval wê heta 21’ê Cotmehê bidome. Di çarçoveya festîvalê de wê pêşangeh, konser, civîn û nîşandana fîlman bên organîzekirin.
Di beşa pêr a festîvalê de siyasetvanê Kurd Faysal Sariyildiz axivî. Sariyildiz diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîihanê li Cizîrê sûcê şer û yê li dijî mirovahiyê kir û got, “Bêdengiya li pêşberî Erdogan û hikûmeta wî, hîn jî dewam dike wê weke şermekê timî bê bîra mirovan.”
Li seranserê Brotanyayê
Di çarçoveya festîvalê de wê li bajarên biçûk û mezin ên weke Saint Martin des Champs, Plouezoc’h, Plougonver, Lanmeur, Plourin, Morlaix, Kerguerwen û Brest ên herêma Brotonyayê çalakî wê bên lidarxistin. Gelek kafe û restoran destekê didin festîvalê.
Bi navê komîteya amadekar a festîvalê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku Zehra Dogan ji ber rojnamevanî û berhemên xwe ji aliyê hikûmeta Tirk ve dîl tê girtin.
Di festîvalê de tevî berhemên ku Zehra Dogan beriya girtinê çêkirine, yên li girtîgehê çêkirî jî wê werin pêşandan. ANF/MORLAIX