Roja Fînalê ango 28ê Adarê 18 kurtefilman cîhê xwe ji bo dengdanê girt, piştî hemu hatine nîşandan ku zêdeyî 4 saetan kişand, dengdan li ser filman pêk hat, di hilbijartinê de 3 kurtefilm serkeftin û yek jî weke nimuneyî hat hilbijartin ji aliyê birêveberiya Festîvalê ve.
Kurtefîlmê Xaver Xylophone “Roadtrip” ji Berlînê bû yekem û “Microphone” jî ku derhînerê wê Kerîmok e ji Kurdistanê di rêza 2´ê de hat hilbijartin û “Silver Surfer” ji Derhênana Juliane Engelmann ji Elmanyayê bû sêyemîn, kurtefilmê “Gummifaust” ji derhênana Marc Steck xelateke taybet wergirt. Ev 23 sal in ku Festîvale tê lidarxistin li Berlînê bo cara yekê ye Kurd bi navê welatê xwe bi fermî tevlî dibin û filmên xwe nîşan didin.
NAVENDA NÛÇEYAN