6. Festîvala Fîlman a Kurd a Kopenhagenê, bi beşdariyeke xurt pêr dest pê kir û wê heta 12’ê Sibatê bidome. 

Di çarçoveya festîvalê de wê 12 fîlm di beşên dokûmanter û fîlmên demdirêj û kurt de li salonên sînemayê yên Cînemateketê bên nîşandan. Di destpêka festîvalê de wê fîlmê Reşeba yê derhêner Husên Hassan Alî bê nîşandan. Di vê fîlmê de qala çîroka keçeke Êzîdî dike ku di dema Komkujiya Şengalê de tê revandin û piştre tê rizgarkirin. Di fîlm de qala pirsgirêkên civakî yên civaka Êzidî yên piştî komkujiyê tê kirin.

Derhênerên ciwan jî tevlî dibin

Çav li rê ye di festîvalê de derhênerên fîlman jî amade bin. Derhênerê ciwan ê fîlmê ‘Mast’ Tahsîn Ozmen û derhênerê fîlmê ‘Bîranîna Hespên Reş’ Shahram Aldî jî wê tevlî festîvalê bibin. Her wiha derhêner Rûken Tekes piştî nîşandana fîlmê ‘The Circle’ wê bi rêya Skype bersivê bide pirsên temaşekeran.

Festîvala Fîlman a li paytexta Danîmarka Kopenhagenê tê lidarxistin, ji aliyê Yekîtiya Xwendekar û Akademîsyenên Kurd (FOKUS-A) ve tê organîzekirin. 


 KOPENHAGEN