Di sersala 58’emîn Komkujiya Sînemaya Amûdê de, gelê Bakurê Rojhilatê Kurdistanê dê di Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Kobanê de bên gelhev û filmên mijarên wan jin û berxwedanê yên bi nav û deng ên cihanê bên jî tên pêşandan.
Komîna Filman a Rojava, doh dest bi Mihrîcana Navneteweyî ya Kobanê kir. Mihrîcan wê 7 rojan dewam bike. Ji bo mihrîcanê bêhtirî 400 filman miracaet kir û jûriyan 80 film ji van ji bo pêşandanê bijartin.
Di çarçoveya mihrîcanê de ji bilî Kobanê, film wê li bajarên Amûdê, Qamişlo, Serêkaniyê û Dêrikê jî bên pêşandan. Di jûriya mihrîcanê de, kesên muzîkjen û derhêner Katrin Olafsdottir, Leonardo Heiblum, Bêrîvan Xalid, Rachîd Bouksim, Mylene Sauloy û Javier Corcuera cih digirin.
Ji organîzatorên mihrîcanê Denîz Tekoşîn ji bo mihrîcanê got: “Îro (doh) mihrîcana me dest pê kir. Vê kela canê me gelekî rakir. Mihrîcan wê heta 19’ê Mijdarê dewam bike.”
Filmên li ser jinan
Tekoşîn, da zanîn ku ew ê di mihrîcanê de herî zêde derhênerên jin derxin pêş û got: “Yekemîn car e ku li ser erdnîgariya şeroşê mînakeke wiha bi pêş dikeve. Em dixwazin cih bidin wan jinan ku pêşengtiya Şoreşa Rojava kirin. Em dixwazin vê yekê, fena Mihrîcana Filman a Jinan a Navneteweyî ya sala 1978’an li Fransayê dest pê kir û heta roja me ya îro dewam dike, bikin. Em ê li gelek herêm û bajaran filman nîşan bidin. Wekî din li kampên Mexmûr, Şehba, Şengal û Eyn Îsa jî filmên xwe em ê nîşan bidin û bi gel re bên cem hev.”
MA / KOBANÊ