NECLA DEMIR / MA / STENBOL
Mihrîcana Filmên Jina ya Filmmor a 17’an, di 7’ê Adarê de li Stenbolê dest pê dike. Avakara Kooperatîfa Jinê ya Filmmor Melek Ozman got, “Em dixwazin bi mîhrîcanê xwe bigihînin hemû jinên jiyana wan tê tecrîdkirin.”
Mihrîcana Filmên Jina ya Filmmor a Navneteweyî ya 17’an, di 7’ê Adarê de li Stenbolê dest pê dike. Piştî Stenbolê, wê mihrîcan di 9-10’ê Adarê de li Gîresûnê, di 6-7’ê Nîsanê de li Îzmîrê, di 13-14’ê Nîsanê de li Mêrsînê, di 20-21’ê Nîsanê de li Antalyayê, di 27-28’ê Nîsanê de li Edeneyê û di 4-5’ê Gulanê de li Amedê dewam bike. Dê di çarçoveya mihrîcanê de bi gelek zimanan 74 film bên nîşandan û her wiha wê atolye, panel, gotûbêj û forûm jî bên lidarxistin. Piştî mihrîcanê dê hin xelat bên dayîn.
Atolyeya peydebûna fikrê
Endamên Filmmorê Ulku Songul û Melek Ozman, behsa naveroka mihrîcanê kir.
Songul got, mihrîcan wê nêzî du mehan dewam bike û ji bo mihrîcanê li Tirkiyeyê gelek kesan serî li wan daye. Songul, da zanîn ku ew ê ji bilî nîşandana filman panel, gotûbêj û çalakiyên cuda jî li dar bixin. Songul anî ziman ku îsal ew ê tevî jinên senarîst tev bigerin û wiha peyivî: “Her wiha wê ji derveyî welat jî gelek mêvan bên. Wê di mihrîcanê de bi navê ‘Fîkîrden Perdeye (Ji fikr ber bi perdeyê ve)’ atolyeyek jî bê lidarxistin. Di atolyeyê de peydebûna fikra der barê çêkirina filman de bê nîqaşkirin. Ji xeynî vê, niha hilbijartinên herêmî hene û em biçin kîjan bajarî em ê tevî jinan forûmên hilbijartinê jî li dar bixin.”
Songul da zanîn ku di mihrîcana îsal de li dijî taciz û mobbingên di sektora sînemayê de rû didin jî ew ê xelatên “Kameraya Mor, Jina Sînemager a Dibe Cihê Hêviyê” bidin.
Li gorî wezaretê ‘nemunasib’
Melek Ozman jî bi bîr xist ku ev 17 sal in ku ew vî karî dikin û ew ji bo filmên jinan tev digerin. Ozman got, li Tirkiyeyê hin mihrîcan tên qedexekirin û Wezareta Çandê ji bo mihrîcana wan jî gotiye, ‘mihrîcaneke nemunasib’ û wiha peyivî: “Helbet, ji ber ku em ne jinên meqbûl in, wisa dibêje. Loma ev 17 sal in ev mihrîcan tenê ji bo me ne cihekî temaşekirina filman e. Di heman demê de qada forûm, piştevanî û hêzdariyê ye. Loma pirr biqîmet e.”
Ozman destnîşan kir ku bi mihrîcanê ew dixwazin xwe bigihînin hemû jinên jiyana wan tê tecrîdkirin û got, “Zilam filmên zilaman çêdikin, lê jin tenê filmên jinan çênakin. Der barê hemû qadên jiyanê de filman çêdikin.”
Ozman da zanîn ku ji bo mihrîcana îsal, wan ji her devera cihanê film berhev kirine û ji bo beşdarbûna mihrîcanê bang li hemû jinan kir.