9. Festîvala Fîlmên Kurd a Londra ya 13’ê Mijdarê êvara Înê li Hackney Town Hall bi resepsiyonekê destpê kir û hefteyekê dewam kir, li Hackney Picturehouse bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Merasîma xelatdayînê bi nîşandana 3 fîlmên herî baş ên di nav 10 fîlmên, di çarçoveya Pêşbirka Yilmaz Guney a kurtefîlman de, hatin hilbijartin, destpê kir. Piştî merasîma xelatdayînê hunermenda navdar Tara Jaff û Abid Rostamî derketin dikê.


Fîlmê ‘Dondurma’ bû yekemîn

Di Pêşbirka Yilmaz Guney a Kurtefîlman de ku Suncem Koçer, Shiler Murdochy, Perî Îbrahîm, Laura Evers Johns û Julia Sako jurî bûn, fîlmê ‘Dondurma’ yê Serhat Karaaslan derhêneriya wê kiriye bû yekemîn, fîlmê ‘Mast’ ê Tahsîn Ozmen derhêneriya wê kiriye bû duyemîn, fîlmê ‘Şeveke Dirêj’ yê Kamîran Betasî derhêneriya wê kiriye bû seyemîn. Fîlmê ‘Û niha Zilam’ yê Iraj Mohammadî Razînî derhêneriya wê kiriye xelata taybet a juriyê wergirt.

Di festîvala ku hefteyekê dewam kir, zêdetirî 30 fîlmên metrajdirêj, kurt û fîlmbelgesel hatin nîşandan. Di festîvalê de li gel derhênerên weke Hisham Zaman, Omer Leventoglû, Huseyin Karabey, Erol Mîntaş, Kenan Korkmaz, Fariborz Kamkarî, Sahîm Omar Kalîfa, fîlmçêkerê Kurd Mehmet Aktaş jî amade bûn. Festîval li gel Kurdistaniyan rastî eleqeyeke zêde ya biyaniyan jî hat. 


 LONDRA