Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê a 9´an pêncşemê êvarê bi nîşandana filma “Girls of the Sun (Keçîn Rojê)” dest pê kir. Film li hola sînemayê Babylon a li Berlîn Mitte hat nîşandan. Ji ber elaqeya zêde gelek kes neçar man ku şipê temaşeyî filmê bikin.
Komeleya dêûbavên Kurd a li Berlînê Yekmal û Zarok TV jî îsal ji partenerên festîvalê ne. Wan bi tecrûbeyên xwe yên di mijara perwerdeya zarokan de bernameya îsal dewlemend kiriye. Festîval wê heta 7´ê Tebaxê dewam bike. Îro êvarê saet 18:00´an filma “Ber bi rizgariyê ve (Toward salvation)” a derhêner Alireza Mohamedian û saet 20:00´an jî filma Zagros a derhêner Sehîm Omer Xelîfe li hola Moviemento tên nîşandan.
BERLÎN