Di festîvalê de gelek helbest ji aliyê helbestvanên biyanî û Kurdistanî ve hatin xwendin. Her wiha kurtefîlmek jî hat nîşandan. 

Di festîvalê de cîgirê Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî gotarek li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û di gotara xwe de diyar kir ji bo siberojê pêşketinên rewşenbirî û ronakbirî hêvîdar in. Talabanî ji bo qeyrana heyî li Başûrê Kurdistanê jî wiha got: “Derbasbûna ji vê qeyranê ne hêsan e. Derbasbûna ji vê vê qeyranê pêwîstî bi biryarek bi wêrek heye.”

 

Rêvebirên festîvalê rexne kir

Piştre jî ku di festîvalê de Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah axivî wiha got; “Di serdema îro de fikir û ramanên Birêz Abdullah Ocalan di warê rewşenbîrî de bandorek xwe ya giring û berbiçav heye. Belê mixabin di vê festîfalê de behsa vê fikir û ramanê nehatiye kirin. Ev jî di demekî de ye ku zêdetirê zanyarên dinyayê Ocalan weke Rêber binav dikin de ye.”

Ebdullah dawiya axaftina xwe rêvebirên festîvalê rexne kir û got: “Her çend ku festîval bi navê dewreya ‘Arîn Mîrkan e’ jî, ji bilî hunermend Şiwan Etuf  tenê peyvek jî li ser Arîn Mîrkan nehatiye kirin.” 


 SILÊMANÎ