Festîvala Filman a Navnateweyî ya Silêmaniyê, dibe nûnerê festîvala filman ya Oskarê ya herêmê. Her wiha her filmek li vê festîvalê de weke filmê herî baş were hilbijartin, dibe namzet ji bo wergirtina xelata filman a Oskarê jî.
Sêyemîna vê festîvalê bi rê ve çû û 11 jûriyên Oskar beşdarî festîvalê bûn. Di vê festîvalê de (2018) gelek filmên baş hatin nîşandan. Ji ber vê yekê, Festîvala Filmên Navneteweyî ya Silêmaniyê dibe, nûnerê Festîvala Filmên Oskarê ya herêmê.
Rêveberê Hola Festîvala Filman a Navneteweyî ya Silêmaniyê, Daner Omer jî diyar kir ku kêm maye ku festîvala wan bibe yek ji festîvalên cihanî û got, “Ji niha ve weke nûnertiya Oskarê ya herêmê tê dîtin. Ev hêviyeke mezin dide ji bo paşeroja festîvalê û paytexta rewşenbîriyê.”
Daner Omer her wiha da xuyakirin ku wateya bûyîna nûnerê Oskarê ew e ku her filma Kurdî yan belgefilam di festîvala Silêmaniyê de bibe filma herî baş, raste rast di Oskarê de pile digre û hêjayî girtina xelatê tê dîtin.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ