Festîvala Karkerên Madenê ya Dûrhamê mezintirîn festîvala karkeran a cîhanê ye ku îsal diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Festîvala Karkerên Madenê ya Dûrhamê ku mezintirîn festîvala karkeran a li cîhanê ye, li bajarê Dûrham ê Îngilîstanê dest pê kir. Festîval îsal diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin.
Kongreya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) û sendîkayên wê, partiya li mûxalefeta bingehîn Partiya Karker destekê didin festîvalê. Çav li rê ye ku bi sed hezaran mirov ji çar aliyên cîhanê bên Dûrhamê û tevlî meş û pîrozbahiya mezin bibin.
Li herî pêş Kurd hene
Tê payîn ku îro bi qasî 200 hezar kes ber bi park şahiyê ve bimeşe. Meş wê ji 3 şaxan pêk be ku li herî pêş Kurd cih digirin. Li ser rêya ku wê meş lê bibe, tê dîtin ku posterên Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine daliqandin. Her wiha li ser paceyên hin kargeh û xaniyan jî posterên Ocalan hene. Hate diyarkirin ku wê li cihê şahiyê vîdeoya li ser Ocalan wê her bê nîşandan. Li aliyê din wê nûner û serokên sendîkayan li ser Ocalan axaftinan bikin.
134 sal in tê lidarxistin
Mezintirîn festîvala karkeran a li cîhanê “Dûrham Mîners Gala”, wê bi rengekî fermî di navbera 14-16’ê Tîrmehê de pêk were. Tê payin ku zêdeyî 200 hezar kes tevlî bibin. “Dûrham Mîners Gala” 134 sal in bi awayekî bê navber li Brîtanya Mezin tê lidarxistin.