Festîvala Jinan a Zîlan-Anna îro li semta Haringey a ser bi paytexta Ingilistanê Londonê dest pê dike. Festîval sibe jî wê dewam bike. Ev festîval di salvegera şehadeta gerîlaya ARGK´ê Zîlanê (Zeynep Kinaci) de tê lidarxistin. Zîlanê 30´ê Hezîrana 1996´an li dijî dagirkeriyê li Dêrsimê çalakiyeke fedaî kiribû.

Festîvala Jinan a Zîlan ku li Londonê vegiheriya rêûresmekê, îsal cara 16’an çêdibe û îro û sibe dewam dike. Navê festîvala îsal “Festîvala Jinan a Zîlan û Anna” ye. Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) ku şoreşgereke ciwan a Ingilîz bû, li Efrînê di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Festîval bi dirûşma “Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike” pêk tê. Di bernameyê de panel, şano, çalakiyên zarokan û konser hene. Çalakî hemû wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Haringeyê pêk bên.

Bi beşdariya parlamenter Pero Dundar û ji rêveberên TJK-E’yê Aliye Varto îro panel heye. Sibe jî Beser Şahîn, Nûarîn û Sevîm Aslan wê konserê bidin. Meclîsa Jinan a Roj banga tevlîbûnê li jinan kir.

 

LONDON