Festîvala Zîlan li Dortmundê ye
14. Festîvala Jinê ya Zîlan, îsal bi dirûşma “Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye” wê li bajarê Dortmundê pêk were.
Festîval wê 23’ê Hezîranê li bajarê Elmanyayê Dortmund bê lidarxistin. Festîvala ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) ve tê organîzekirin, bi dirûşma “Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye” wê were lidarxistin.
Komîteya amadekar li ser festîvalê civiya. Yek ji mijarên sereke yên festîvala îsal wê xwedîderketina li berxwedana serdemê ya li Efrînê û xurtkirina têkoşîna li dijî êrişên qirrker ên dewleta Tirk a dagirker be.
Jineolojî û pirsgirêkên jinan
Nûnerên TJK-E, Kongreya Star, rêxistinên jinan ên femînîst, nûnera Die Linke ya NRW û nûnerên yekîtiya Antifa VVN peyaman wê bidin. Jinên beşdar wê di panelan de pirsgirêkên jinan û rêyên çareseriyê di çarçoveya Jineolojiyê de binirxînin.
Ji bo zarokan jî amadekarî hatiye kirin. Bi vê armancê li parka zarokan a li festîvalê wê lîstikên cuda hebin.
Koma Dengê Xwezayê, Jala, Sena Dersîmî, Silbus û Tarî, Koma Jinên TEV-ÇAND’ê, koma dansê ya jinan a Hindistanê, koma jinên Elman a Duo Wabohu, dengbêja Ermenî, Yekşa û hunermendên surprîz wê derkevin ser dikê.
Ji komîteya amadekar Inovve Heine (endama CENδyê) jî bang li jinan kir ku 23’ê Hezîranê li Dortmundê bin. NAVENDA NÛÇEYAN