Cara yekemîn festîvaleka zarokan li Şengalê pêk hat. Di festîvalê de zarokan bêhneke xweş da lewre rûkeniya li ser rûyê wan hêjayê dîtinê bû.
Pêr êvarî cara yekemîn li komelgeha Duhla ya ser bi Şengalê ve ji aliyê TAJÊ’ê ve ji bo zarokan festîvalek hate lidarxistin.
Di festîvalê de bi dehan zarok li gel malbatên xwe amade bûn û beşdarî festîvalê bûn. Di festîvalê de bernameyên çand û hûnerê ji bo zarokan hatin pêşkêşkirin. Zarokan jî bi stranên xwe festîval xemilandin.
Tê payîn festîval li hemû gund û navçeyên Şengalê dê were lidarxistin.
ŞENGAL