Ji ber ku mihrîcan, bi şiklekî encamdîtin bixwe ye jî... Hunermen berhemê xwe diqedîne, tev li mihrîcanan dibe û berhemên hin kesên din jî dibîne, beranberbûna huneran jî di vî qadî de pêk tê. Hunermend wê demê dikare bi awayekî berawirdî ji berhemê xwe binêre, dikare karê xwe binirxîne, ji rexne û nirxandinên temaşevan û pisporan jî sûd bigire.
Encamên mihrîcanan gelek in… Lê mijara me nîn e ku em li ser van encaman kûr bin. Armanca me, gelo em dikarin ji bo pêşketina huner û hunermendan, mercên sûdgirtin û tesîrdanîn a van festîvalan bi çi awayî pêşbixin, ew e... Ji bo wê jî ez dixwazim pîçek li ser Filîm Festîvala Navnetewî yê Erbîl’ê rawestim.
***
Çend roj berê, li Hewlêrê festîvalet hate lidarxistin. Cara yekem e ku li paytexta Kurdistana Başûr, ango li Erbîl (Hewlêr)’ê festîvaleke sînemayî ya navneyewî tê çêkirin. Wek tê zanîn, ne tenê ji bo sînema, ji bo her karî gotinek heye û dibêjin, “gunehê yekem carî nîn e.” Birastî jî gava mirov yekem car li ser karek ceribandinek pêk bîne, dibe ku hin xeletî jî çêbin, ev yek normal e, lê divê xwestek û nêrîn, nêzîkahî û hişmendî ne xelet bin.
Erbîl paytexta Kurdistan e. Wateyeke xwe ya simbolî jî heye. Di warê fermiyetê de, di warê tekiliya dewletan de Kurd, li ser vê derê wek watedayîneke “welatî” bar dikin. Karên ku li vê derê tên çêkirin, li devre bi çavekî temsîlî lê tê nêrîn. Ji ber wê divê di her warî de kar û barên bi vî rengî bi awayekî hesas, bi awayekî girîng were kirin. Divê ji bo xeletiyan cih neyê hîştin.
Divê kesên ku van karan dikin, ji her tiştî wêdetir bi xwe bawer bin. Ji bo ku ev kar kareke navnetewî ye, divê berhemên Kurdistaniyan jî bi berhemên hemû welatên ku beşdarî vê festîvalê bûne re bi awayekî wek hev pêşbazin. Divê her Kurdek, wek welatiyek din were hesibandin û nêzîkahî jî wek hev be. Xelatdayîn û rêzgirtin, ji bo her endamê wek hev be. Kes merivê kesekî nebe. Çi kar û çi tevgerîn ku tê wateya tesîrdayîn a li ser lijneya jûrî an jî hunermendan, divê xwedî festîvalê ji van tevgerînan re sekneke dûr û biyanî nîşan bide. Divê hilbijartina filîm û berkeman, bi awayekî adîlane were kirin.
Di van festîvalan de, li hemû dinyayê “ji xwe re xeritandin” heye, lê divê Kurd xwe ji van tevgeran bişo û aram bike.
Festîvala Hewlêr’ê bi çend çewtiyan ve destpêkir, lê dîsa jî mirov dikare bêje bi awayekî serkeftî bidawî bû. Em bawer bikin, di salên pêşiya me de festîval hêza xwe, naveroka xwe, şêwaz û nêrîna xwe hê xurt bike, festîvalek wek navnetewî ji bo hemû hunermendên cihanê re bibe navendeke cazîbeyî û bikêşanî...
Festîvalek li Hewlêrê…
Di van salên dawî de, bi rastênhevî pêşketina hunerê, li çend cihên Kurdistanê mihrîcan jî tên çêkirin. Mihrîcanên ku her pêşbikevin, seranser na, lê em dikarin bêjin di her beş û her warî de bandorek li ser pêşketina hunerê jî datînin. Rengê vî bandorê jî, bi naveroka mihrîcanan ve girêdayî ye. Heke mihrîcan bi awayekî baş werin amade kirin, bi naverokeke kûr û watedar bidomin û bi awayekî têr û tijî bidawî bin, hunermend û hunera wan jî bi van mihrîcanan tesîrên erenî digirin. Heke naverok sivik bin, organîze û tevlêbûn bi awayekî formalîte bin, tesîra van mihrîcanan jî neyînî dibin.