
SîneJîn / Ali Güler
Li paytexta Elmanyayê Berlinê hefteya borî 7’emîn Festivala Filmên Kurd hat lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de 28 fîlm hatin nîşandan û ji çar parçeyên Kurdistanê sînemevan li hev civiyan.
Bi mebesta 7’emîn Festîval a Fîlmê Kurd dîsa pirsgirêkê sînemaya Kurd û rewşa wê hat rojevê. Bi rastî jî dema em tê de ji bo sînemaya Kurd gelek girîng e. Her çiqas dîroka sînemaya Kurd bi fîlmê Zerê were destpekirin jî eger em hewldana Yilmaz Guney nehesibînin pişti salên 2000’an fîlmên Kurdî hatin çêkirin. Ev nêzîkî bîst salan e, bê navber fîlmên Kurdî tên çêkirin û hêdî hêdî nasnameya sînemaya Kurd tê sazkirin. Îro di serî de bakurê Kurdistanê, Başûr, Rojhilat û Kurdên li dîasporayê dijîn di navan hewldanan de ne. Sînemaya Kurd hêdî hêdî bi pêş dikeve û di nava lêgerîneke mezin de ye. Fîlm tên kişandin, festîval tên li darxistin, nîqaş tên kirin û sazî tên avakirin...
Her çiqas kêmasî hebin jî sînemaya Kurd roj bi roj pêş dikeve û di nava sînemaya cîhanê de ji xwe re cihekî çêdike. Ya herî baş jî ew e ku rewş ne wek beriya bi 10 salan e. Sînemaya Kurd bi çend navan nayê naskirin û bi wan re ne bi sînor e. Gelek cîwanên Kurd îro ev bar rakirina ser milên xwe û sînemaya Kurdî bi pêş dixin. Ev ji bo sînemaya me serketineke mezin e.
Ev bi xwe re deriyê nû vedike
Di vê rewşê de rola festîvalên li Ewrûpa û welat gelek girîng û pîroz e. Ji ber bê dewletbûnê û nexwedîbûna statuyeke heyanî îro jî bazara fîlmên Kurdî çênebûye. Her çiqas li Başûr statuyek hebe jî ji ber sîyaseteke çewt û şaş a çandê salonên sînemayê tine ne û fîlmên Kurd nayen nîşandan. Yên hene jî tenê fîlmên Hollywoodê nîşandidin.
Li Bakur jî heyanî dema îro bi reya şaredariyan hewldanek hebû lê ew jî piştî desteserkirina şaredariyan hat rewestandin. Ji bo wê jî rola van festîvalan gelek girîng e. Ji ber bê bazariyê ev festîval bi rola belavkirin û nîşandana bi gel a fîlman radibin. Lê dema ev festîvalên nû dest pê kirin qîmet wan hebû, lê îro ne wek berê ne. Ji ber ku fîlmên tên kişandin piştî çend heyvan dikevin ser înternetê û herkes xwe digihîne van fîlman. Tenê nîşandan bi rastî di dema me ya îro de hewldaneke kêm dimîne. Ji bo wê jî fîlmên Kurd divê ji bo festîvalên wek London, Berlin, Paris û gelek ên din ên li Ewrûpa tên çêkirin, rengê xwe biguherînin û li gorî festîvalên navteneweyî werin çêkirin. Minak di dema me ya îro de festîvalên Amed û Duhokê li gorî festîvalên fîlman ên navnetewî têne çêkirin. Pêşbirk heye, xelat tên dayîn, piştgiriya projeyên ciwan ên nû tê kirin. Ev jî bi xwe re heyecanekê tine. Heger ev yek bibe wê bi xwe re di sînemaya Kurd de deriyê nû veke, profesyoneliyê bîne û bingehek dê ava bibe.
Di qada navneteweyî de nasnameyekê çêdike
Ev di qada navneteweyî de qebûlkirina festîvalên Kurd çêdike, sînemaya Kurd tê naskirin. Di heman demê de jî bi sedan cîwanên Kurd ku ji ber bêderfetiyê nikarin projeyê xwe çêkin, derfetekê dibînin. Li gorî min ev derfet hene. Tenê bi hinek hewldan û fikrên demdirej hebin bes e. Me ev di 7’emîn Festîvala Fîlma Kurd a Berlinê de dît. Festîvala ku hefteyekê dewam kir bi rastî jî gelek serkeftî bû. Bi tevahî 28 fîlm hatin nîşandan, bi dehan sînemevan hatin cem hev, hevdu nas kirin ji projeyê xwe hev agahdar kirin û têkiliyeke xurt di nav wan de çêbû. Dîsa bi hezaran Kurd û Elman fîlmên Kurd ên nû temaşe kirin. Belê ev bi serê xwe serkeftiye lê hez û derfet heye ku rewş hîn baştir bibe. Ez di wê hêz û bawariyê de me ku di siberojê de wê ev festîval profesyoneltir û li gorî normên navneteweyî werin çêkirin.