Pêr êvarê bi beşdariya heşt komên muzîkê ji çar parçeyên Kurdistanê, “Festîvala Kurdistan bo Mûzîk û Stranê” li bajarê Hewlêrê dest pê kir. Mihrîcan wê îro bi dawî bibe.
Koma Wefayî ya ji Rojhilatê Kurdistanê, di festîvalê de pêşî derket ser dikê.
Rêveberiya Hunerê Muzîkê ya Hewlêrê û Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, festivalê organîze dike.
Di nava 3 rojên birêveçûna festîvalê de, tevî pêşkêşkirina berhemên muzîkê yên komên beşdar, hin panel jî li ser rewşa muzîka Kurdî hatin lidarxistin.
HEWLÊR