Fetullah erkê şey-ul îslamê kafirên sentêza tirk-îslam wergirtiye, lê carnan bi erkê padîşah tevdigere û rasterast fermanan jî derdixe. Çapemeniya alîgir (wek Zaman, yenişafak, sabah, taraf uyd.) û mixbîr jî erkê telal wergirtiye, ji bo girtinan hedef nîşan didin, bingehên girtinan amade dikin. Dema muhalîf hatin girtin jî, bi boblatan tewanan radigihînin bala giştî. Polîs û dozgeran jî erkê celat wergirtine, di ser mal û saziyan de digirin, bê eger û bingehekî dadwerî (hiquqî) pirangan li dest û lingên goriyan dixin û davêjin zîndanan. Li pey jî meleyên sextekar yên wek B. Atalay, B. Arinc û R. T. Erdogan ji bo bêdengkirin û xapandina bala giştî, hêsankirina karên caşên xwe telqînan didin.
Dema em piçek vegerin dîroka nêz: Baş tê zanîn ku kesên kujeriya Maraş, Çorum, Sêwaz û Gazî yê organîze kirin, bi sedan mirovên me qetilkirin îro reveberên AKP ê ne. Heta Erdogan xwestibû kujêrê qetlîama Maraşê Kenger bişîne civîna qaşo rêlêvekirina Elewiyan jî. Dîsa kujeriya Newala Tiyarê bi fetwa Fetullah û fermana Erdogan pêk hat. Lê Erdogan bi manevreyekê ji bo bîrkirindayîna van kujeriyan, xapandina bala giştî, ji bo kujeriya Dêrsimê qaşo lêborîn xwest. Lêborîn xwestin ne wiha ye, ango ev ne lêborîn xwestin bû, tenî xapandin û rovîtî bû.
Lêborîn xwestin tenê bi yasayeke (qanûn) taybetî dibe, ne bi du gotinên di nava lêvan de, yan jî bi gotineke li ser pakêta cixarê hatiye nivisandinê. Divê di naveroka wê yasayê de made yên wek;
1. Hemû tiştên hatine desteserkirin bi şûn ve dayîn.
2. Nasnameya hemû zarokên wendabûyî, yan jî hatine revandin bi fermî zelal kirin.
3. Tazmînata divê bê dayîn di wê yasayê de were destnîşan kirin.
Almanya bi vî awayî lêborîn ji cihûyan xwestin. Yê Erdogan tenê xapandin û bangaşiyeke sextekariyê bû. Ango telqîna porkirina kujeriyan bû, Mele R. T. Erdogan telqin da. Çapemeniya telal jî ev baş firot mirovên xapandî.
Li pey ku bi fetwa û fermana wan; şaredar, encûmen, hemû kesên hilbijartî û siyasetmedar, hiquqnasên wek parêzer, parêzwanên mafên mirovan, xwendekar, zarok û rojnamekar bi awayekî bê dadî hatin girtin, kujeriya siyasî gihîşt merleleyekê, li dij vê girtinê bi nav netewî jî bertek hatin, hîna B. Arinc di parlementoyê de bê ku yasayekê derxistinê, yan jî gotinên xwe bi yasayan mîsagor kirinê, çend gotinên xapandinê reşand. Ango telqîn da, lewre ji bo telqînan pêdivî bi yasayan tune.
Dîsa li aliyekê medya wan a alîgir ango telalên vê roja me, bi hemû jehra xwe ve êriş dike. Celat bê navber li nêçîra welatparêzên Kurd û mirovên demoqrat in. Serok celatê wan ê qaşo wezîrê karên hundir N. Şahîn fermana girtina nîgarkêş, niviskar, hunermend ûyd jî dide û li celatan bela dike. Li aliyê din Meleyê sexte B. Atalaya telqînê di bin navê “Rêlêvekirina duyem” de bala giştî dixapîne.
Ango reste rast tarîqatên wan fetwan derdixe, serkariya wan vê dikin ferman, çapemeniya wan bi hemû elemanên xwe ve telaliya vê dikin, gorî û muhalîfan reş dikin, bi derew û boblatan li egerên digerin. Celatê wan ên di bin navên polês û dozger de veşartî jî goriyan digirin. Meleyên wan ên wek B. Arinc û B. Atalay ku di rola polêsên baş de ne jî, ji bo xapandinê telqînan belav dikin. Caşên wan jî dixebitin ku van telqînên veşartinê wek hêvîyê di nava gel de belav bikin. Heta hin ji vana layîqê xelata Mustafa Kemal jî hatine dîtin. Divê ev rastî tu car neyên ji bîrkirin, Hetanê di pratîkê de bi tevê nûnêrên me Kurdan rûnenin jî, mirov tu pûte nede gotin û telqînên wan.
Têbinî:
Bala xwe bidinê, li pey axaftina meleyên bêîman B. Arinc û B. Atalay ya ji bo xapandina bala giştî, celatên wan li Gundê Roboskê 35 gelê me yê sivîl qetilkirin. Baş tê zanîn ku Fetullah fetwaya qetliamê wiha derxistibû û Erdogan jî ferman dabû. Ev qetlîama li Roboskê bi awayekî zanistî tê amadekirin. Hefteyekê berê qereqol û rayedarên dewletê bi zanistî destûrê didin qaçaxçiyan, paşê jî wan li cihekê kom dikin û ji wir diqetin. Dema rayedarên dewletê ji wir diqetin, balafirên wan jî bomban di ser goriyan de direşînin. Yanê êdî li ber çavên raya giştî bi awayekî vekirî, ji bo pêkanîna fetwa û fermanên Fetullah û Erdogan komkujiyan plan dikin. Ez bi hemû nefreta dil di kesayetiya AKP’ê Erdogan û Fetullah de tevahiya dewleta tirk bi hemû tarîqatên wan ve şermezar dikim! Dibêjim; “bimire komareyeke wiha xwînxwar!”