“Yên nelebitin nikarin bizanin ku zencîr çiqasî giran in..”

Rosa Luksemburg


Gava li deriyê mala wê dan, salnameyê 15'ê Çile ya 1919'an nîşan dida. Mîna ku biçe zindanê çenteyê xwe amade dike, hinek lekûpekan datîne nav, pirtûka ji êvar de xwendibû (Fausta Gothe) jî tê de bi cih dike.  Rawestgeha wan a yekemîn Otêla Eden e, li wir plana lînckirina Rosayê hatibû danîn. Gava di ber girseyê re diborin, efserekî êrîş dike; bi derba yekemîn re Rosa li erdê dirêj dibe, derbên li dû hev li serê wê dikevin, êdî baza şoreşê di nav xwîna xwe de diperpite. Lê hêj sax e, dû re li erebeyekê  siwar dikin. Piştî kêliyek dengê teqîna çekekê ji otêlê ve tê bihîstin. Ber bi çemê Spree ve diajon. Rosayê ji erebeyê derdixin, kevirekî li lingê wê girêdidin û davêjine kanala Landwehrê.

Fermandarê Alman ji encamê memnûn e, bi kêf dibêje: "Vaye qehbika pîr, mîna ordekê avjenî dike.”


Du jinên gerdûnî: Rosa û Sara

Bi dehan caran, di liv û lebatên cur bi cur de wêneyên du jinên cîhanî derketine pêşberî me. Du jinên şoreşger, du jinên berxwedêr, du jinên cangorî... Yek ji wan şoreşgera esilcihû ya enternasyonalîst Rosa Luxsemburg û ya din jî şoreşger û têkoşera Kurd Sakîne Cansiz (Sara) e. Herî nêz Kurdan ji xwe re ev jina leheng hilbijartibûn. Ev du salin dilê gelê Kurd bixwîn e. Li ser Sakîne Cansiz gelek tişt hat gotin û nivîsandin, wê gelek jî bête nivîsandin. Sakîne ji bo Kurdan pir tişt îfade dikir, dê ji vir şûn de jî bala wan bêtir li ser Sakîne be. Wisa jî gelê Kurd dê heta hetayê li qîmet û rûmeta wê xwedî derkeve.


Çileya bextreş!

Li aliyê din Rosa jî bi qasî şehîdên gelê Kurd nêzî me ye. Her du jî li navenda Ewropayê hatin kuştin, di navbera wan de bi qasî sedsalek heye, lê encam eynî ye. Binêrin li mêjûya qetla wan? “Sakîne û hevrêyên wê 09.01.13 li Parîsê û Rosa û hevrêyên wê 15.01.19'an de li Berlînê” Rosa û Sakîne eynî encamê jiyan, qedereke heman û çarenûseke erjeng e.

Rosa Cihû bû lê ji bo cîhaneke hevpar têkoşiya. Gelek kes wê nas dikin, lê ji aliyê Kurdan ve bi berfirehî çiqas tê naskirin, ev jî babeta pirsê ye. Divê em wek gel bizanin ka em van takekesên ku di destê mirovahiyê de bûne ala û em jî gelek caran wan remzan bilind dikin, ji nêz ve binasin.


Li Polonyayê tê dinê

Rosa, Rosalya, li gorî hinekan “Rosaya sor (bixwîn)” û di serî de Lenîn wisa jî li gorî gelekan jî “Baza Şoreşê” Rosa Luxemburg di 5'ê Adara sala 1871'an (hin çavkanî wek 1970 dinivîsînin) de wek zaroka malbateke Cihû li Polonyayê hate dinê.

Gava ew sê salî bû, malbata wê li bajarê Varşovayê hêwirîn. Di hestûyê kulûmekê wê de astengî hebû, dikuliya, hate dermankirin, lê mixabin çare nehate dîtin. Rosa  wê heta dawiya jiyana xwe bi vî derdê ve bijiya. Di sala 1880'î de beşdarî ezmûnekê bû û bi ser ket. Li lîseya qîzan berdewam kir. Li wir fêrî zimanên Rusî, Polonî, Almanî û Fransizî bû. Di dawiya lîseyê de jî xelata madalyona zêrîn heq kir, nedanê. Wek sedem jî dijberiya wê ya li hemberê pergalê (û wisa jî Cihûtiya wê) dane nîşan.


Dide dû xeyalên xwe

Hêj di temenê ciwan de bi komên çepgir re hevnas bû, di nav tevgerên wan de cih girt. Mîna ku pêşiyên Kurdan gotine: "Berx(ê/a) çê li ber kozê kifş e.”, ”Pirêze ji mêj ve diyar e.” Rosa jî hêj di zaroktiya xwe de dide dû xeyalên xwe yên di fetlên asê û li serê lûtkeyên bilind de veşartî. Di bîranîneke xwe de wiha dibêje Rosakê: "Gava ez biçûk bûm, derdiketim serê bên, min ji wir de li xaniyên din û banên din mêze dikir, min digot divê ez di ser wan xanî û banan re bibezim û bigihijime jiyanên nû û cihêreng. Ew hest her û her bi min re man, lê di encamê de min fêm kir ku jiyana rastî ya di nav mala me de bû.” 

Rosa bêtebat bû, di ew temenên zaroktiyê de li dijî rêveberan derdiket, li dijî keyser û melîkan helbestan dihûnand û wiha digot: ”Binêr keyser... Tu yê werî Polonyayê... Ey keyserê Alman.... Tu gelek deshilat î... Lê ji bîr meke…Destdirêjî û tecawiziya aştiyê mekî!” 

Di 18 saliya xwe de ji ber sedemên siyasî neçar ma ku xwe bispêre Swisreyê. Li ser erebeya hespan, di bin giha û qirşikan  de veşartî ew derbas kirin. Di sala 1889'an de di zanîngeha Zurîhê de dest bi xwendina felsefe, dîrok, polîtîka, aborî û matematîkê kir. Li wir bi kesên ku dê li ser jiyana wê bandorên giran bihêlên re, nasyar bû.


Rosa û Leo; evîndar û evandî

Her wisa li wir Leo Jogiches ku dê bûbûya bengî û evîndarê wê yê bi arîşe jî nas kir. Di çîroka evîna wan de her Rosa li pêş e. Jînenîgarî û nivîsên li ser wan pirranî behsa evîna Rosayê dikin, gelek kes jî didin zanîn ku Leo tirsiyaye ji Rosayê hez bike. Ev jin ne tenê li dijî pergala serdest ya kapîtalîst-emperyalîst wisa jî li dijî pergala mêrî ango mêrkanî têkoşiyaye. Di rojnameyan de dibû sernivîser, rêveber, di partiyan de dibû serok û mamoste, bi pergala komunîst heta dawiyê bawer bû, her çiqas car bi car bigota: "Leo ka bêje, ma wê dest û lingên biçûk biçûçik, çav û devê piçûk piçûçik yên min jî çênebin, ma mafên min jî nîne ku ez jî bibim xwediya pitikeke piçûk piçûçik?!” Li gel van gazin û xeyalan jî ji bo armanca xwe ya pîroz canfida bû, ev jî dihat wateya ku ji bo jiyaneke asayî hêviyeke xurt nedida, di nav metirsî û sawdariyan de dijiyan; belkî ev sedem in ku Leo newêrî bi qasî Rosayê hez bike an jî nekarî. Lê gava behsa evînên mirovên navdar tê kirin, demildest Rosa û Leo jî ji nav rûpelên dîrokê derdikevine pêşberî me; Rosa weke evîndar û Leo jî wekî evandî...


Berlîn; bajarê siyaset, xebat û mirinê

Di sala 1898'an de bi Gustav Lubeck re zewicî û li Berlînê bicih bû, her wisa bû hemwelatiya Alman. Dû re bû endameke aktîf ya SPD'ê (Partiya Sosyal Demokrat a Alman). Di salên 1900'î de ramanên Luxemburgê di tevahiya Ewropayê de, li deverên berfireh bi kelecan dihatine pêşwazîkirin. Nivîsar û gotarên wê bi têkiliyeke germ ve dihatine xwendin û gotûbêjkirin. Di wê demê de mîlîtarîzma Alman wek nirxek bilind dibû, ev jî zêdetir dibû sedemê nerehetiya Luxemburg. Li ser vê babetê bi partiyê re jî ketibû nav nakokiyan. Di navbera salên 1904 û 1906'an de sê car ket girtîgehê. Cezayên girtîgehê bandor lênekir û li têkoşîna xwe berdewam kir. Di navendên perwedehiyê yên SPD'ê de dersa marksizm û ya aboriyê da. Şagirt û xwendekarên Rosayê hinde ji awa û teşeya dersdana wê hezdikirin ku wan dersan wek: ”Şahiyên ronakbîrî” binav dikirin.


Partiya Komunîst a Alman damezirand

Piştî despêka şerê yekem SPD jî di bin bandora bayê nasyonalîstî de mabû. Ev jî seranser li dijî ramana Luxsemburgê bû, wisa jî têkiliya xwe ya bi partiyê re ji kokê ve birî. Di sala 1914'an de li gel Karl Libnecht Koma Internasyonalê ava kir. Ev kom di 1'ê Çileya 1916'an de jî wek Yekîtiya Spartakus (Spartakusbund) hate veguhestin. Li ser helwesta li hemberê dewletê ya komê, Rosa Luxemburg di 28'ê Hezîrana sala 1916'an de cezayê girtîgehê wergirt. Di girtîhê dê gelek gotar nivîsandin; bi taybetî jî yên li ser şoreşa Rusî û rexneyên wê yên li ser Bolşevîkan gelek balkêş in. Di mijdara sala 1918'an de Rosa ji girtîgehê derket û bi Karl Libnecht re Partiya Komunîst a Alman damezirandin.


'Yên mirî me hişyar dikin'

Êdi bi girtin, şopandin û zêrandinê pê re serederî nedikirin. Di nameyeke xwe de rewşa xwe wiha dianî zimên: "Mirina min yan wê li ser kar, yan di pevçûneke li sikakan û yan jî di zindanê de be!”

Luxsemburg bi tu awayî nedihate zeftkirin. Gava rûpelên salnameyê şeva 15 ê Çileya 1919'an dida nîşan, Rosa ji malê ber bi otêlê ve dibirin. Li her du aliyên wê mîlîsên çekdar û ew wek her gav bi serbilindî dimeşiya; nedixwest ku astenga di lingê wê de jî bê dîtin. Fermandar pirsî; tu xanim Luksemburg î? Rosa bi kinahî bersivand; tesbîta nasnameyan karê we ye!

Ew şev Karl Libnecht û Wilhelm Pieck jî armanca polîsan bûn, lê Pieck karîbû bireve û şopa xwe wenda bike. Luxemburg û Libnecht di bin hişkederban de, bi êşkenceyên xedar ve hatine qetilkirin. Cesedê Luxemburgê piştî êşkenceyên hovane kuştî avêtibûne çemê Spree yê. Her wisa serê Libnecht jî dabûn ber gulleyan û ew kuştibûn. Demeke dirêj bedena Rosa nehate dîtin, kesî nezanî ka çi kirine.

Di 25'ê çileya 1919'an de ji bo her du şoreşgeran merasimeke muhteşem hate lidarxistin. Lê cesedê wê di Gulana sala 1919'an de di nav kanala Landwehrê de hate dîtin; di navberê de gelek dem derbas bûbû, sedîsed nehate zanîn ka ev cesed aîdê Luksemburgê ye, lê wisa hate qebûlkirin. Di hezîrana 1919'an de li nik Karl Libnecht ku jê re cih hatibû veqetandinê, binax kirin. Li ser gora wan ev nivîsar heye: "Yên mirî me hişyar dikin”


Monumenta wan serdangeheke pîroz e

Beriya çend salan nûçeya dîtina bedena Luksemburg ket rojeva Almanyayê. Li gorî rêveber û berpirsên nexweşxaneya Charetiyê cesedê jineke navsere ku daneyên wê pir dişibiyan yên Rosayê di morgê de hatibû dîtin. Ev nûçe ji nû ve bû sedemê dilêşa hezkiriyên wê û bi giştî ya cîhana şoreşger. Hinekan jî şîroveyên cihê kirin, danzanîn ku dijmin bi vî awayî jî dixwaze şerê xwe yê taybet bidomîne: derûniya muxalifan xera bike.

Her sal di heyva Çile de Berlîn dibe bajarê Rosa û Karl. Ev herdu şoreşger bi rêûresmên cûr bi cûr ve têne bibîranîn. Li ser gora wan a li Frîdrischseinê ku wek abîdeya şoreşgeran e, bi deh-hezaran kes kom dibin. Ji çar aliyên Almanya û gelek deverên din yên Ewropa jî mirovin tên vê derê. Serdestên dewleta Alman yên wê demê Rosa, Karl û gelek şoreşgerên din qetil kirin, şoreşa Almanya jî têkbirin, lê ev takekesên bêmirin tune nebûn. Bi hişmendiyên xwe, bi jiyana pak û bilind, wisa jî bi sekna xwe ya li dijî mirinê bûn nimûneyên nemir yên mirovantiyê...



YEKO ARDIL/BERLÎN