Ev xezalên Başûrê Efrîkayê ku bi navê gemsbok navdar in, li vir şerê hev dikin. Li Parka Neteweyî ya Nambiyayê bi poşan diçin hev. Lê heger em bifikirin ku ew heta bi mirinê şerê hev dikin, hûn steriyotîpên xwe li ser hizra xwe ferz dikin. Pirr kêm cûreyên heywanan hene ku heta bi mirinê şerê hev dikin. Bi her halî, cûreyekî heywanan ku hema ji qutiyeke nanî mezintir be, şerekî heta bi mirinê bi hevcûreyê xwe re nake. Jixwe, her cûreyê ku ji nifşê xwe bikuje ku ji libeke fasûliyan mezintir be, tirs û xofê berdide nava dilê mirovan. Jixwe di gelek rewşan de ew şerên ku bi ya me şerên kuştina hev in, bêyî ku yek ji aliyan birîndar bibe, bi dawî dibin. Jixwe hin cûre şerê xwe beyî ku destê xwe jî li hev xin, dikin. Ev xezalên Başûrê Efrîka yên nêr jî hev du birîndar nakin, yek ji wan diteriqe û şer bi dawî dibe. Bi rengekî ji rengan, ev Fight Cluba wan e. NAVENDA NÛÇEYAN