Rêxistinê derbarê kuştina sivîlan de û bi taybetî di şerên giran ê li bajarê Helebê de got ku dibe lêpirsîn derbarê herdu aliyên şer de jî vebe û gelek bûyerên kuştinê ên dighên asta sûcên şer pêk hatine. Rêxistin balê dikşîne ser hin wêneyên ku ji Helebê ketine destê wan û wiha tê gotin: Hin wêne di destê me de hene ku herdu aliyan çekên giran di şer êli Helebê de bikar aniye û di cihên ku sivîl lê dijîn jî ew çek hatine bikaranîn û di encamê de gelek sivîl hatine kuştin û malên wan wêran bûne.
Rêxistinê bi zimanekî aşkare heru aliyên şer, hem hêzên dewletê hem jî muxalefeta çekdar hişyar kir ku çi binpêkirinên bi vî rengî ên kut ê de xelkên sivîl zirarê bibînin dê bibe sedema lêpirsînê û dê tewanbar li gorî wê binpêkirinê were lêpirsîn.
Piştgiriya mezin ji bo Esad
Ji aliyekî din dewleta Îranê ku ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê de li kêleka rejîma Beşar Esed cih digire piştgiriya xwe ya ji vê rejîmê de her ku diçe zêdetir dike. Piştî hevdîtina Beşar Esed bi serokê meclisa netewî ya Îranê Seîd Celîlî re daxuyaniyeke tund da. Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed wiha gef li muxalefeta çekdar xwar û got: ‘Gelê Sûriyeyê bi israre ku welatê xwe ji terorîstan paqij bike û dê bi tundî destwerdana wan bike’. Celîlî jî piştgiriya xwe ya ji bo rejîma Esed dubare kir û got: Ev şerê ku li Sûriyeyê dibe ne şerekî navxweyî ye ew şerê di navbera eniya berxwedêr û dijminên vê endiyê yên herêmî û navnetewî ye.
Ji aliyekî din wezîra karê derve ya Amerîkayê Hilary Clinton jî da xuyakirin ku divê şer êli Sûriyeyê bi alî şerê navxweyî û mezhebî de neçe. Her wiha Clinton hebûna hin komên çekdar û şandina wan a Sûriyeyê rexne kir. Li gorî aneyên Neteweyên Yekbûyîyî (NY) heta niha 40 hezar hemwelatiyên Sûriyê reviyane welatê cîran Ûrdinê. Lê belê li gor agahdariyên Wezareta Tenduristiyê ya li Amanê hejmara penaberan gelek zêdetir e ji vê hejmarê. Wezareta Tenduristiyê ya Ûrdinê ragihand ku heta niha zêdeyî 142 hezar penaberên ji Sûriyê reviyana Ûrdinê. Heman wezaretê da zanîn ku her roj ji hezar heta du hezar mirov li ser sînor re derbasî ser axa Ûrdinê dibin. Ji bilî Urdunê gelek kesan jî berê xwe daye welatên din ên cîranê Sûriyeyê ên wekî Tirkiye, Lubnan û başûrê Kurdistanê.
LONDON/ŞAM