Serjimêriya giştî ya li Kerkûkê pêk bê, Kurdan dixe nafa fikaran. Hevserokê giştî yê Tevgera Azadî li Kerkûkê Komel Sermed got; serjimêriya niha li Kerkûkê pêk bê, wê bibe sedem ku Kerkûk ji destê Kurdan derkeve. Endamê Meclîsa Kerkûkê li ser lîsteya Birayetî Ciwan Hesen jî da zanîn ku Kurd niha li Kerkûkê netewa duyemînin, bi sed hezaran Ereb li bajêr hatine bicih kirin û di vê rewşê de serjimêrî nayê pejirandin.

Demografiyê diguherin

Tê payîn beriya hilbijartinên Meclîsa Kerkûkê a di sala 2020’an de, serjimêriya giştî li hemû parêzgehên Iraqê pêk bê. Bi vî awayî li Kerkûkê jî wê serjimêrî were kirin. Pêkanîna serjimêriyê li Kerkûkê Kurd xistine nava fikaran. Li gorî madeya 140 nabe serjimêrî li herêmên bi nakok were kirin. Herwiha aliyên Kurdistanî yên Kerkûkê di civîna xwe ya dawiyê de li ber serjimêriyê rabûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê, piştî bûyerên 16’ê Cotmehê nêzî 600 hezar Erebên li Herêma Kurdistan û navîna Iraqê li Kerkûkê hatine bicihkirin. Beşek ji van malbatan formên erzaq û nasnameyên Kerkûkê ji bo wan hatine derxistin.

 

KERKÛK/ROJNEWS