Li her dera cîhanê gelê Kurd ji bo Rêbertiya xwe dadikeve meydanan. Li Îtalya, Franse û Rûsiyayê gelê Kurd û dostên wan ji bo tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, û malbat û parêzerên wî pê re hevdîtîn bikin, dengê xwe bilind kirin. Her wiha çalakgeran diyar kir ku heta agahî ji Ocalan neyên girtin wê çalakî bên domandin.
Li bajarê Fransayê Toulouseê civîna gel hat lidarxistin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û biryar har girtin ku bi girseyî tevlî meşa 13’ê Tebaxê ya li Bordeauxê û meşa 15’ê Tebaxê ya li meydana Capîtol a Toulouse bibin.
Kurd û Îtaliyanan got, Ocalan
Li bajarê Modena yê Îtalyayê, Kurdistaniyan û Îtalyanan ji bo azadiya Ocalan bi hev re çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de Parlamentera berê, dosta Kurd Angela Belleî jî amade bû. Belleî got, “Tecrîdkirina Birêz Ocalan nayê qebûlkirinê û divê dîktatoriya Erdogan were hilweşandin.”
Piştî darbeyê fikar zêde bûne
Organîzasyona-Bêrîtan a Jinên Kurd ên Adigeyê yên ku xebatan li Komara Xweser a Adigeyê ya girêdayî Federesyona Rûsyayê bang li dewleta Rûsiya kir da ku ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zextê bike li Tirkiyê. Çalakî li Navenda Jinên Kurd a Adigeyê hate lidarxistin. Alîkara Serokê Organîzasyonê Sînem Broyeva daxuyaniya li ser mijarê da. Broyeva diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li dijî gelê Kurd e û weha peyivî: “Bi taybet piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê fikarên me yên têkildarî rewş û tendirustiya Rêbertiya me zêde bûne, divê demildest rê bê dayîn ku malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê biçin bi Rêbertiya me re hevdîtinê pêk bînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN