FÎLÎZ ZEYREK / JINNEWS/EDENE

Civaka Sînemavanên Civakî ya Zanîngeha Çukurovayê, bi piştevaniyê xebatên girîng dikin. Bi piştgiriya civakê, derhênerên jin yên ciwan filman çêdikin û dibêjin, “Heger fikreke we hebe, ti carî li astengiyan nealiqin. Bi mirovên rast re bixebitin.”

Xwendekarên Beşa Sînema Televîzyon Radyoyê ya Zanîngeha Çukurovayê, bi piştevaniyê Civaka Sînemavanên Civakî ava kir. Wan bi vê gelek belgefilm û kurtefilmên serketî çêkirin.

   

Devran Şîmşek xwendekara pola sêyemîn e, yek ji endamên civakê ye û filma Seyîrcî (Temaşevan) jî bi piştevaniyê çêkir. Ew dibêje, “Min bi ekîba xwe gelek zehmetî li pey xwe hiştin. Mînak beriya çêkirina filmê ji bo piştgiriya ekîpmanê me gelekî hewl da. Lê ji tu derê piştgirî nehat. Bi saya Civaka Sînemavanên Civakî me ev zor û zehmetî çareser kirin.

Van salên dawiyê, em lê dinêrin ku jin di vê sektorê de pêngavên xurt davêjin. Dema ku min filma ‘Seyîrcî’ çêkir, min ev hêz bixwe re hîs kir. Nasnameya jinên li ser projeyan gelekî bi bandor bû. Divê derhênerên jin li ber xwe bidin.”

‘Fikra min filma civakê’

Ebru Fanzîn xwendekara pola sêyemîn e. Wê filma bi navê ‘Maruf’ çêkir. Ebru dibêje, “Ji min gumanên wekê ma gelo ev fikra te ye birin, gotin tu nikarî tiştekî wisa bifikirî. Di vê navê de damezrînerên Sînemavanên Civakî ligel min cih girtin û ji bo çêkirina filmê jî ji min re bûn alîkar. Ji ber ku jin bûm gelek kêfxweş bûn. Her tim ez motîve kirim. Di hişê we de fikrek hebe dudilî nebin û bikin.”