
Bi rasthatina salvegera bêbestiya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Koordînayona Giştî ya Kantonên Rojava, Desteya Rêveber a PADÊ, Meclîsa Şengalê, RJAK, YJA-Star û KJC´ê daxuyanî weşandin û komplo şermezar kirin.
Koordînayona Giştî ya Kantonên Rojava, bi boneya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xisûsên li jêr:
“Dewleta faşîst a Tirk ev bû 17 sal ku Rêber APO dîl girtiye. Rêber APO di encama komployeke qirêj de ku gelek dijminên gelê Kurd, mirovahiyê, nirxên demokratîk û biratiya gelan cihê xwe tê de girtin, dîl hate girtin. Çirûska fikr û felsefeya Ocalan ji Îmraliyê şewq da û ji dibistaneke ji bo gelê Kurd veguherî ronahiya hemû gelên herêmê û cîhana azad.
Em wekî Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser teqeze dikin ku Rêveberiya Xweser û projeya Federaliya Demorkatîk ji encamên fikr û felsefeya Ocalan in.”
Koordînasyonê bang li saziyên mafê mirovan kir ku têkildarî tecrîdkirina Ocalan û ji bo azadkirina wî zextê li dewleta Tirk bikin.
PADÊ’yê komplo şermezar kir
Desteya Rêvebir a PADÊ bi daxuyaniyeke nivîskî hemû hêzên di komployê de cih girtî şermezar kir. PADÊ´yê her wiha cangoriyên li derdora Ocalan xelekek ji agir çêkirî jî bi bîr anîn. PADÊ îşaret bi pêşdîtinên xwe Ocalan ên ji bo Şengalê kir û got, “Lewra ji her kesî zêdetir Êzîdî li Rêber Ocalan xwedî derdikevin.”
Daxuyanî wiha dewam dike: “Ji ber ku Rêberê Gelan her çiqas bi bêbextiyeke mezin dîl hat girtin û kirin giraveke weke Îmralî ku cihekî taybet e; em pirr baş dizanin rih û fikra Rêber Ocalan her tim bi Êzîdiyan re bû. Ger wisa nebûya Rêber Ocalan wê nikariba fermana 73’yan ji berê de bidîta. Em weke gelê Şengalê bi rihê Rêberê xwe re ra dibin û rûdinin. Em wî di dil û mejiyê xwe de didin jiyîn.”
Meclîsa Şengalê bang li gelê Êzîdî kir da ku li Rêber Apo xwedî derkeve û got: “Komploya li dijî Rêber Apo komploya li dijî civaka Êzîdî ye. Em bang li hemû Êzîdiyên dinyayê dikin ku bê rawest li Rêber Apo xwedî derbikevin. Ji ber ku xweserî û azadiya Şengalê bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Ji bo vê jî em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye.”
‘Azadiya Ocalan azadiya hemû jinan mîsoger dike’
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi heman boneyê bi sernavê ‘Azadiya Ocalan azadiya hemû jinan mîsoger dike’ daxuyaniyek belav kir.
RJAK´ê di daxuyaniyê de komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û ew şehîdên ji bo komployê helwest û qehremantî nîşandayî jî bi bîr anîn.
RJAK´ê di daxuyaniyê de got, azadiya Ocalan, çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û “Pêwîst e di demeke herî zû de Rêber Ocalan were azadkirin. Ji bo bicihanîna projeyên Ocalan divê kongreya neteweyî bê lidarxistin.
Tekoşîna hevbeş ya jinan hemûyan di bin navê azadiya rêberê gelê Kurd de erkeke exlaqî, wijdanî û neteweyî ye.”
Em ê bi felsefeya azadî û fedayîbûnê têkoşin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî destnîşan kir, ku weke hêza parastina jinê û jiyana azad, ew ê jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nekin.
YJA-Starê di daxuyaniya xwe de got, “Gelê Kurd, bi jin, ciwan, pîrên xwe, şervan û berxwedêrên xwe re di pêngava ‘Xweseriya Demokratîk û ji nû de avakirina jiyana azad û parastina wê’ de berxwedana bêhevta dane raxistin û girêdanbûyîna xwe ya li hember Rêber APO dane ispatkirin. Ji bo vê em dibêjin, em li ku derê dibin bila bibin eger ku berê me her tim li azadiya Serokatî be, xwe, jiyana xwe, çalakiyên xwe li ser vê bingehê rêxistin bikin û ber bi serketinê ve gavên mezin bavêjin, em ê komploya navneteweyî pûç bikin û pergala Îmraliyê ji cihê wê derxin û bavêjin.”
KJC: Em ê hesab ji dewleta Tirk a faşîst bipirsin
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan (KJC) bi wesîleya 18. salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga xurtkirina têkoşînê kir.
Di daxuyaniyê de KJC got, ew ê hesab ji hêzên komploker û nokerên wan bipirse û di çarçoveya şiyara ‘Bi pêşengtiya jinên ciwan serhildan, heta azadiya Rêbertî tolhildan’ ew ê hemû çalakiyên xwe ji bo azadiya Ocalan pêk bînin.
NAVENDA NÛÇEYAN