Li hin welatan dibistan, zanko û zanîngehên mezin hene ku di van zanîngehan de beşên sînemayê hatine avakirin. Bi salan e di van beşan de li ser hunera sînemayê perwerde tên dayîn. Bi saya van beşan li van welatan çandeka sînemayê hatiye rûniştandin. Arşîvên mezin hatine çêkirin. Her wiha sînema bûye perçeyekî ponijîn û ramanê, sînema bûye bingeha guherîn û veguherînê li van welatan. Wek mînak li Rûsya VGÎK, li Polonya LODZ, li Prag’ê PRAGUE FÎLM SCHOOL, li Fransa IDEC, li Amerîka NEW YORK FÎLM ACADEMY û li gellek welatan din jî mirov dikare navendên fîlman yên bi vî rengî bibîne. Ev navên ku me li jor diyarkirin li cîhanê di warê sînemayê de dengvedanên mezin kirine. Bi dehan derhêner û sînemager ji van dibistanan derketine û fîlman kişandine. Her welat di sedsala 20’emîn de bi hêz û bandora sînemayê dizanibû, ji lewre jî girîngî didan sînemayê û ji bo sînema pêş bikeve dibistanên sînemayê ava dikirin. Piştî demekê ev avahî an jî dibistan kevneşopiyekê diafirandin. Kesên dixwestin li ser sînemayê hûr bibin ji van dibistanan dernediketin, li wir vedixwarin û li wir radizan. Di cîhanê de derhênerên herî gewre û qerase ku hunera sînemayê ber bi qonexeke din de birin ji van dibistanan derketin. Elbet derhênerên ku li dervayî van dibistanan jî derketin û mohra xwe li sînemayê xistin gelek in lê rol, mîsyon û peywîra van dibistanan li her welatî cûda cûda hatiye peyitandin. Îro jî ev dibistan bandora xwe li ser ciwanên nûgiha ku bi sînemayê re mijûl in berdewam dike û perwerdeya van dibistanan hê jî didome.
Li Tirkiyê jî Mithat Alam hebû. Ev camêr piştî ked û hewldanên mezin dibistan ango navendek sînemayê damezirandibû. Di bin banê Zanîngeha Boğazîçî de Navenda Fîlman Ya Mîthat Alam ku bi navê wî dihat nasîn hatibû avakirin. Alam, sînefîlekî bi ser xwe re bû. Bi gotinek din ew fîlê sînemayê bû. Hemû wextê xwe dabû fîlman. Bi hezaran fîlm berhev kiribû û li van fîlman temaşe kiribû. Li cîhanê navê hemû derhêner û lîstikvanan jiber zanibû, fîlmê temaşe bikira qet navê wî jibîr nedikir. Zêde ji sînemayê hez dikir û ji bo sînemayê bide hezkirin xwestibû ciyek wisa ava bibe ku kesên dixwazin bi sînemayê re mijûl bibin werin cem hev, hevdû nas bikin, fîlm temaşe bikin, niqaşan bikin û fîlman çêbikin. Ji bo ev tişt pêk werin Alam, şert û mercên hêja jî amadekiribû. Li Navenda Fîlman Ya Mîthat Alam, saloneke ku 60 kes dikarin lê bi cî bibin, odeya fîlm temaşekirinê, odeya sînefîlan, li Tirkiye odeya arşîva sînemayê ya herî mezin, kovareke bi navê Altyazı ku di bin banê vê navendê de derdikeve heye. Ev navend îro li Tirkiyê bîra herî mezin ya sînemayê ye. Ev navend her çiqas wek zanko derbas nebe jî, li Tirkiyê gelek sînemager li vê navendê pêrgî sînemayê hatine û wiha bûne evîndarê sînemayê. Alam jî evîndarekî sînemayê bû û dixwest sînemager ji arşîva wî tahm bigirin û çandeke fîlm temaşekirinê bi xwe re çêbikin. Armanca wî ya yekemîn ev bû. Alam di demek nêz de gihîşt armanca xwe û sînemayê bi gelek kesan da hezkirin. Alam, xeyala xwe ya herî mezin pêkanî û beriya çend rojan çû ser dilovaniya xwe. Alam, wek kesê ku ji sînemayê hez dike di bîra her kesî de bi cî bûye. Niha li Tirkiyê gelek kes li ber wî bejna xwe ditewînin û vê ked û xebata wî pîroz dibînin. Kesên ku li vir mezin bûn û sînemayê li vir naskirin ewê her tim Alam bi rêzdarî bibîr bînin.
Ev nêzî 30-35 sal e ku Kurd jî bi sînemayê re mijûl in, lê mixabin Mîthat Alam’ekî me çênebû! Tu kes ranebû tiştekî wisa ji bo xwe nekir xem û derd û negot em jî navendeka dîtbariyê vekin û arşîvan berhev bikin. Ji bo me jî sînefîl hewce ne. Fîlên hunera sînemayê pêwîst in. Kovar, werger û nivîsandin pêwîst e. Bêguman ev dema ku em niha têde dijîn dema dîtbariyê ye, ji lewre jî avakirina bîran girîng e û teqez divê mirov piştguh neke. Ji bo me Kurdan ku îro em li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji civakên din re dikin û dîrokeke nû dinivisînin navenden wiha bivê nevê ye. Çewa ku bûyer û çîrokên me yên ji bo sînemayê bibin mijar gelek in, her wiha şert û mercên îro jî pêkan in ji bo xebatên bi vî rengî. Lê divê ew nêrîn bi me re jî pêş bikeve, ji bo em li dû xwe kevneşopiyek an jî çandeke sînemayê bihêlin pêwîst e em Kurd jî navendên xwe xurttir bikin, agirê akademiyên xwe geştir bikin û çepera ronahiya xwe firehtir bikin. Her wiha bîr û arşîva xwe biparêzin da ku jibîrkirina hîn tiştan pêk neyê. Da ku ewqas hêsan nebe jibîrkirina van rojên dijwar…