Filma 16/03 dibe DVD
Şirketa BayView Entertainement a Ingilîz, sê filmên biyanî weke DVD wê biweşîne. Ev jî Internment, 16/03 û Love Is Cold (Evîn sar e) in. Filma 16/03 (sala 2017´an hatiye çêkirin). Tê de behsa neheqiya li Aryan hatî kirin, tê kirin. Aryan ji êrişa kîmyewî ya Helebce xilas bûye û bûye penaber. Ew beriya hingê pêşmergeyekî sekvan e. Wekee penaber ew di sektorafilmçêkeriyê de dest bi kar dike. Gava ku dîmen tên girtin êrişek dibe û guman ji Aryan tê birin ku ew parçeyek ji êrişê be. Di dawiyê de tenê hevala wî dimîne ku jê bawer dike. Piştî ku detektîf pê dihisin ku ew pêşmerge bûye, gumana wan zêdetir dibe. LONDON