Ew van çîrokan bi navê Antoşa Çêxontê mohr dike. Mirovên girîng ên civaka wê demê, nîvîskar û weşanger jê re dibêjin ku ew di karê nivîsê de hoste ye. Ev jî dike ku ew bi jêhatîbûna xwe bihise. Anton Çexov xelata Pûşkîn bi dest dixe û bi ser de jî heyraniya Tolstoy. Lê belê mirina birayekî wî ji ber wêremê di be sedema derbeke şexsî ya li Çexov ketî; ew vê yekê weke têkçûna xwe dinirxîne û dike sedem ji bo ku ji navdariya xwe û ji evînên xwe bireve. Hingê sozeke wî tê bîra wî û berê xwe dide girava Saxalînê ku 10 hezar kîlometroyan dûr e ji Moskovê.
Ji rejîsorekî mutewazî
Ev çîroka filmê bi navê Anton Tchekhov 1890 e. Derhênerê fransî René Féret filmeke 96 deqîqeyan dirêj ji vê çîropkê re veqetandiye. Nicolaus Giraud jî bi rolê Çexov radibe. Li gorî rexnegirên sînemê rejîsorê mutewazî bi samimiyeteke mezin û aqilekî hêja kiriye ku kesayeta Çexov bi temamkirina dekorên otantîk pêk were. Encam ew e ku kên caran di filmên li ser kesayetiyên navdar de em weke vê filmê ber bi aliyên evqasî bi kêşe ve tên kişandin.
Film hefteya bihurî li Franseyê kete vizyonê û li gorî serketina wî dibe ku li sînemayên ewrûpî û dinyayê jî were nîşandan.
PARIS